Li kesên ku xwestin Komkujiya Enqereyê bi bîr bînin doz hat vekirin

ENQERE - Der barê 69 kesên ku xwestin di yekemîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de kesên ku li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin doz hat vekirin.

Der barê welatiyên ku xwestin di yekemîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin doz hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdianame amade kir û 13'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Enqereyê jî qebûl kir.

Danişîna yekemîn di 30'yê Mijdara 2017'an de ye.

Li gor îdianameyê 69 kesên ku xwestin kesên di komkujiyê de bi bîr bînin bi îdiayên "Muxalefeta li hemberî Qanûna Civîn û Meşan", "Eks û inyada astengkirina bicihanîna peywirê" û "Xesardayîna malên cemaweriyê" tên tawanbarkirin.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku li gor biryara ku Walîtiya Enqereyê di çarçoveya OHAL'ê de daye, di 10'ê Cotmeha 2016'an de destûra lidarxistina tu meş û civînan tune ye. Hat îdiakirin ku polîs bi hêzeke tenasub mudaxileyî kesên hatine ber Gara Enqereyê kirine.

'HER KES SÛCDAR E'

Di dema çalakiyên bîbranînê de polîsan bi awayekî zêde gaza îsotan û fîşekên plastîk bi kar anîbûn, lê belê di îdianameyê de bi tu awayî behsa wan nayê kirin. Hat îdiakirin ku di çalakiyê de 5 polîsên peywirdar bi sivikî birîndar bûne, du wesayîtên polîsan texrîb bûne û wênekêşeke polîsan şikiyaye. Hat diyarkirin ku ji ber nehatiye tespîtkirin ku dê kî vê zirarê bide, divê hemû bersûcên berpirsiyar bên cezakirin.

DI DOSYEYÊ DE DELÎL TUNE YE

Her wiha di beşa delîlan a îdianameyê de jî ev tişt hatine nivîsandin: "Îdia, qeyda sicîla edlî, mînaka qeyda nifûsê, hemû dosyeyên lêpirsînê." Tişta balkêş ew e ku kamerayên MOBESE'yê ku di dema çalakiyê de vekirîbûn, wek delîl di dosyeyê de cih negirtine.