ÎZMÎR - Penaberên sûriyeyî, bi dilekî xemgîn cejnê pêşwazî dikin. Jina bi navê Wehîde Farûq wiha got: "Ne cejn ma, ne cîranên ku em li deriyê wan bidin û ne jî zarokên ku ji bo şekiran li deriyê me bidin."
Penaberên sûriyeyî ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê mecbûr man ku berê xwe bidin Tirkiyeyê, niha ji neçarî Cejna Remezanê li welatekî din derbas dikin. Penaberên ku li navçeya Torbali ya Îzmîrê li kon û depoyan dijîn, diyar kirin ku cejn ji bo wan tu tiştî îfade nake.
‘LI BÊKESIYA MIN BÊKESÎ ZÊDE BÛ'
Wehîde Farûq ku 2 sal berê tevî malbata xwe ji Sûriyeyê hat Tirkiyeyê, dest nîşan kir ku ew li xaniyekî yekodeyî dijîn û kes wan naxe şûna mirovan jî. Farûq cejnên ku beriya şer li welatê xwe pîroz dikirin bi bîr anî û wiha axivî: "Dema em li Sûriyeyê bûn pirsgirêkek me ya aborî tune bû. Miyên me hebûn. Me her roj wan diçêrand. Lê niha cihekî ku em lê bihêwirin tune ye. Tirkiye ji bo min cihekî tarî ye. Li vir li bêkesiya min bêkesî zêde bû."
‘NE CEJN MA Û NE JÎ CÎRAN'
Farûq, diyar kir ku ew ji bo jiyanê hatine Tirkiyeyê lê belê ew bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Farûq wiha got: "Herî zêde di cejnan de ruyê me dikeniya. Me xwarin çêdikirin, me nanê xwe li tendûran dipihêtin û me îkramî mêvanan dikir. Lê niha ne cejn man, ne cîranên ku em li deriyê wan bidin û ne jî zarokên ku ji bo şekiran li deriyê me bidin. Tenê mirin hat hiştin. Hêvîdarim di cejneke din de em li ser xaka bin. Wekî din tiştekî naxwazim."
‘EZ CEJNÊN LI WELATÊ XWE DIXWAZIM'
Muhammed Qadîr jî diyar kir ku ji neçarî ew û malbata xwe di depoyekê e dijîn. Qadîr, diyar kir ku ew li ser erdan di şert û mercên zehmet de rojê bi 47 lîreyî dixebitin û wiha axivî: "Cihê em lê dibînin, bê lawabû û serşok e. Ma dê di jiyaneke wisa de çawa cejn bê pîrozkirin. Kes li vir tune ye. Ma em ê biçin cem kê an jî dê kî bê cem me." Hevjîna wî Bedîha jî wiha got: "Ka bêjin bi van êş û azaran em ê cejna kê pîroz bikin." Berxwedan Elî jî wiha got: "Di şert û mercên wisa de ma cejn tê bîra kê."