KÎLÎS - Berî demekê Mertalên Firatê di bin navê "Huzûra Tirkiyeyê" de ketibû herêma Ezazê. Penaberên ku ji herêma Ezazê koçî Tirkiyeyê kirin, axivîn. Penaberan diyar kir ku komên Tirkiye piştgiriya wan dike, tu ferqa xwe ji DAÎŞ'ê tune ye, ji ber ewlehiya wan tuneye ew naxwazin vegerin.
Welatiyên ji ber şêrê li bajarên El Bab, El Raî (Çobanbey) û Cerablus ên li Sûriyeyê ku koçî Tirkiyeyê kirin, îsyan kirin. Penaberên herêma ku Tirkiyeyê lê "Huzûr ditiye" koçî Tirkiyeyê kirin, anîn ziman ku ji ber herêma ew jê hatine, ne bi ewleye naxwazin vegerin. Malbata Ermuş ku ji 9 kesan pêk tê li Taxa Ahmet Şik a navenda Kîlîsê têdikoşin. Malbat berî 5 salan ji herêma Ezaz a Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kir. Malbat demek dirêj di tesîsatên demî de ma. Ji ber mercên nebaş ên jiyanê, malbat dest pê kê li gundên Kîlîsê û dûre jî di malek yek odeyî ya ji gov hatibû çêkirin a Taxa Ahmet Şik de bi cih bûn. Ji ber şebekeya kanalîzasyonê di nava malê de tuneye, behna nexweş ji malê tê. Ji derveyî vê yekê tu alternatîfa malbatê tuneye.
'JIYANEKE JI MIRINÊ XERABTIR DIJIN'
Welatî Zekî Ermuş da zanîn ku ji bo wan nasnameyên derbasdar nehatine dayîn û wiha axivî: "Ji ber ku nasname ji bo me nehatine dayîn, em nikarin herin nexweşxanê. Ji ber vê sedemê alîkariya qût jî ji bo me nayê dayîn. Hemû zarokên min nexweşin. Bi alîkariya welatiyên derdor tedawiya zarokan dikim. Ji bo ku em nemirin, em ji şer reviyan. Lê li vir jiyaneke me ya ji mirinê xirab tir heye."
‘TU FERQ DI NAVBERA OSO Û DAÎŞ'Ê DE NÎ NE'
Ermuş dest nîşan kir ku dest pê kê ew bi operasyona "Kalkana Firatê" ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat destpêkirin keyf xweş bûn û wiha got: "Lê her ku dem derbas bû, me zanî ku tu ferq di navbera komên ku ketin herêmên Ezazê, Cerablus, El Bab û Çobanbey ji yên DAÎŞ’ê tuneye. Piştî operasyona Tirkiyeyê hinek welatî çardin vegeriyan Sûriyeyê, lê ji ber zilma koma OSO ya bi gel kirî, hinek ji wan neçar man ku paşve vegerin. Li wir zilmê bi gel dikin. Tecawîzê jinan dikin. Ji ber vê yekê tu ferqa wan ji DAÎŞ'ê tuneye.
WEKE DAÎŞ'Ê BI TALÛKEN E
Malbata Muhammet ku ji 12 kesan pêk tê, li kêleka malbata Ermuş rûdidin. Malbata Muhammet jî diyar kir ku heya ewlehiya canê wan neyê pêk anîn, dê venegerin herêma xwe. Malbata Muhammet berî 5 salan di Deriyê Sinor ê Pinara Kîlîsê re derbasî Kîlîsê bûn. Mahmut El Muhammet anî ziman ku piştî dagirkeriya DAÎŞ'ê, komên Tirkiye ku piştgiriya wan dike, vê carê herêma me dagir kirin û wiha axivî: "Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji DAÎŞ'ê ne cudatirin. Ew jî weke DAÎŞ'ê bi talûkene. Em bi hesreta welatê xwe mane. Lê em naxwazin herin herêmekê ku dibin dagirkeriya van koman de ye."
XEYAL MIRIN ANÎ
Muhammed diyar kir berî şer tim xeyal dikirin ku rojekê werin Tirkiyeyê û wiha dawî li axaftinê xwe anî: "Lê niha me rastiya dewleta Tirk pir ji nêz de nas kir. Tirkiye li vê derê, em terkî qederê kirin. Niha komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, axa me dagir kirine. Me ne ji vî welatî û ne jî ji komên ku Tirkiye piştgiriyê didin, tu xêr ne ditîye. Ji bilî mirinê li herêma Ezazê tiştek din tuneye. Ji ber vê yekê heya axa me bi giştî azad nebe, em venagerin.
Erdogan Alayumat/Haci Yusuf Topaloglu - dihaber