ÇEWLÎK - Leşkerên çoltara navçeya Dara Hênê ya Çewlikê derketin operasyonê rastî êrîşa bombeyî hatin. Leşkerên rastî êrîşê hatin, yek jê serheng 3 leşker birîndar bûn. Serbaz Arif Kalafat ku bi girani birîndar bû mir.
Leşkerên li çoltara gundê Yeniyazi yê Dara Hênê derketin operasyonê rastî êrîşa bi bombeyî hatin. Di êrîşa bi bombeyî de yek jê serheng 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên li çoltarê birîndar bûn bi helikopteran anîn 49'emîn Fermandariya Tugaya Komando. Birîndar piştre ji vir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Serbaz Arif Kalafat ku rewşa wî giran piştî mudaxaleya ewil bi helikopterê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Firatê. Serbaz Kalafat li nexweşxaneyê mir.