KCD’ê Cejna Remazanê pîroz kir

AMED – KCD Cejna Remezanê li gelê kurd û tevahiya alema îslamê pîroz kir. KCD destnîşan kir ku divê her kes di cejnê de berî her tiştî piştevaniya Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek bajarên din ên hatin xerakirin bikin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya Cejna Remezanê bi daxuyaniyekî nivîskî peyama cejnê weşand. Peyama KCD’ê wiha ye: “Gelê me yê nirxdar, di şert û mercên zehmetî û çewisandin herî zêde tên jiyîn de em Cejna Remezanê li we pîroz dikin. Cejn, nirxê me yê hevpar ên wekî rojên geş, êş û azarên xwe hev re dijîn û wê didin jiyîn e. Gelê me wekî her car di vê cejnê de jî neçar maye ku di nava şert û mercên dijwar ên qirkirin û hilweşandinê de bijîn. Ligel her cure zilm û zordarî jî gelê me bi berxwedêriya xwe jiyana rast û watedar dijî û em di wê baweriyê de ne ku di vê Cejna Remezana pîroz de jî wê jiyana rast û watedar bijîn. Ligel van tiştên em dijîn jî; Cejna Remezanê bila bibe wesîleya yekîtiya me ya neteweyî, biratiya gean, li seranserê Rojhilata Navîn aştî, demokrasî û azadiyê. Bi vê bîr û baweriyê Cejna Remezanê li alema îslamê pîroz dikin, bang li gelê xwe dikin ku tev li bernameyên cejnê yên saziyên me ji bo piştgiriya Sûr, Nisêbîn, Cizîr û hwd amade kirine bibin.”