Di dema sewqê de derb kirin û ev 3 roj e bê av in

MÊRSÎN - Kampûsa Saziya Înfazê ya Ceza ya Tarsusê ya Girtîgeha Jinan a Tartusê nû hatiye çêkirin û hin girtiyên jin sewqê vir hatin kirin. Di dema sewqê de, gardiyanan û leşkeran jin derb kirin. Hat gotin ev 3 roj e avê jî nadin girtiyan.

Li taxa Alîfakî ya navçeya Tarsusê ya Mêrsînê, Girtîgeha Saziya Înfazê ya Ceza ya Tarsusê hatiye vekirin. Hin girtiyên jin jî li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusa Mêrsînê sewqî vê girtîgehê hatin kirin. Hat aşkerakirin di dema sewqê de gardiyanan girtiyên jin derb kirine. Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu bi rêya parêzer Sebahat Gençtarîh agahî da û piştrast kir ku di dema sewqê de girtî hatine derbkirin. Yuksel der barê şertên girtîgehê de jî agahî da û destnîşan kir ku gelek kêmasiyên girtîgehê hene û ev jî bandoreke xirab li ser rewşa girtiyan dike.

'LAŞÊ WAN ŞÎN BÛYE'

Parêzer Gençtarîh gotinên Mutlu yên wekî "Bi taybetî leşker û gardiyan jinên ciwan derb dikin" û ev agahî da: "Ji ber derba leşker û gardiyanan, laşê girtiyan reş û şîn bûye. Di kampus û koxûşan de bi zorê jimarê dikin. Wan bi zorê ji derdixin cihê bêhnstandinê û jimarê pêk tînin. Girtiyên ku temenê wan mezin in, wan di maşîneyên rîngê de dibin girtîgehê, leşekr û gardiyan bê pirs û bersiv jinên ciwan derb dikin."

3 ROJ E AV VENEXWARINE

Gençtarîh da zanîn ku Mutlu gotiye ku ev 3 roj e ew sewqê kampûsê kirine, lê hêj ava vexwarinê nedane wan û wiha got: "Li kampûsê ava vexwarinê tune. Rêveberiya girtîgehê ava vexwarinê nade girtiyan. Dîsa alavên wekî pênûs, lênûsk û hwd. nadin girtiyan."