'Di Meşa Edaletê de peyama cejnê'

ENQERE / BÛRSA - Meşa Edaletê di roja 10'an de didome. Tevlêbûna Meşa Edaletê her diçe mezin dibe. Di meşa îro de Serokê CHP'ê Kiliçdaroglu, diyar kir ku "Meşa Edaletê" dê bêtir bi wate be û dê di roja cejnê de navberê bide meşê. Meşa ji Gemlika Bûrsayê jî hat destpêkirin dewrî gelê Orhangazî kirin û meş didome.


Meşa Edaletê ku 10 roj berê ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve hat destpêkirin, her diçe mezin dibe û didome. Di meşa îro de rêxistinên CHP'ê yên Stenbol, Avcilar û Menemena Îzmirê jî tev li refên meşê bûn. Parêzerên baro yên Stenbolê jî piştgirî dan meşê. Meşa Edaletê ku Serokê CHP'ê pêşengiyê dike ji Tesîsên Westînê ya Koroglu ya 22 km dûrî Bolu ye dest pê kir. Kemal Kiliçdaroglu, beriya meşê daxayuanî da. Kiliçdaroglu, Cejna Remezanê yên beşdarî meşê bûn pîroz kir û wiha got: "Cejnên olî pir girîn in. Di cejnê olî de mirov tên cem hev û parve dikin. Ez hêvî dikim ku cejn aramî û aştiyê bîne vî welatî. Meşa Edaletê bi taybet dê di cejnê de pir watedar be."
Meşa îro dê 20 kilometre şûnde li gundê Karaagaçê bi dawî bibe. Meşa Edaletê ji bo roja yekem a Cejna Remezanê dê navber bê dayîn. Meşvan dê li GunDê Karagaçê welatiyan ziyaret bikin.

MEŞA GEMLÎKÊ DIDOME

Meşvanên Edaletê ku duh li Gemlîka Bûrsa ber bi Yalova ve dest bi meşê kirin meşa xwe îro dewrî komek din kirin. Meşvanên heta navçeya Orhangazî meşiyan îro li ber Edliya Orhangazî rawestiyan û daxuyanî dan. Di meşê de pankarta "Edalet" ku ji 5 metreyan pêk tê vekirin û tîşortên li ser "Adalet" nivîsandibun li xwe kirin. Meşvanan siloganên di elehê AKP'ê de berz kirin. Piştî daxuyaniyê koma Gemlîkê meş dewrî koma Orhangazî kirin. Meşvan dê heta Yalova meşa xwe bidomînin.