AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), polîtîkayên AKP'ê yên li dijî gelê Suryanî rexne kir û banga tevkariyê ya bi gelê Sûryanî re kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li dijî polîtikayên AKP'ê yên li ser gelê Suryanî daxuyanî da. KCD'ê bal kişand ser êrîşên li ser bîr û baweriyan û wiha got: "Meha Remezanê û Cejna Remezanê ne tenê ji bo hemû alema îslamê pîroz e, ji bo ol û baweriyan biratî, rêzgirtin, hezkirin, jiyana bi hev re, refleks û hestên xweşkirina jiyana bi hev re din ava xwe de dihewîne. Ya ku îslamê mezin dike ev taybetiya wê ye. Êrîşa li hemberî hemû bawerî û îbadetan wekî êrîşa li hemberî xwe dibîne. Peymana Medîneyê mînaka vê ya li ber çavan e."
KCD'ê da zanîn ku bi hezaran salan li ser erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê ol, bawerî, çand û nasnameyên cuda di nava biratiyê û rêzgirtinê bi hev re jiyan e û dergûşî ji vê yekê re kiriye û wiha cih da daxuyaniyê: "Hikûmeta AKP’ê ev rêgez û nirxên jêneveger ên îslamiyetê ji nedîtî ve tê, hewl dide erd û dêrên gelê suryanî lê îbadeta xwe dikin di bin navê “malê cemaweriyê” xesp bike. Ev hewldana wê li dijî nirxên îslamê ye. Ev xespkirina bi zora sunîtiyê pêk tê û radestkirina wê ya karên Diyanetê nixumandina ser wê ye. Bi vî awayî stratejiya wan a her kes tirk e, her kes sunî ye, her kes misilman e, her kes bibe zilam e derket holê. Em ev polîtîka û pêkanîna talankerî û xespê ya hikûmeta AKP’ê ya ku bi tu awayî nirxên îslamê û mirovahiyê li ber çavan nagire, bi darê zorê dixwaze li gorî xwe teşe bide jiyanê bi tundî şermezar dikin û lanetê lê dibarînin.Ji kîjan ol û baweriyê dibin bila bibin, divê hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, saziyên demokratîk, raya giştî ya navneteweyî li hemberî faşîzm û zilma AKP’ê ya li ser gelê suryanî dimeşîne rawestin û bangewaziya tevkariyê ya bi gelê suryanî dikin."