AMED - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku ev meşa edalwtê meşa her kesê ku zilma AKP'ê dîtî ye û banga piştgiriyê li gelê Amedê kir û wiha got: "Hişmendiya AKP'ê dirûxîne û cudakar e."
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, hat serdana Amedê û der barê rojevê de axivî. Di civîna li navenda partiyê ya Amedê de, rêveberên partiyê jî cih girtin. Tanrikulu da zanîn ku Tirkiyeya îro ji salên 12'ê Îlonê dijwartir e û wiha axivî: "Tirkiye di dîroka xwe de dema xwe ya herî krîtîk dijî. Di 12'ê Îlonê de li herêmê gelek pirsgirêk derketin holê û herêm bûbû wekî dojeh. Şertên îro ji yên 12'ê Îlonê dijwartir in. Hêj me ew travmaya li ser xwe neavîtiye."
BANGA PIŞTGIRIYÊ HAT KIRIN
Tanrikulu got ku wî ji serokên xwe yê giştî silava meşê aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev meş ji bo 80 milyon kesî ye. Ji bo hemû welatiyên ku maf û azadiya wan hatiye desteserkirin e. Ne tenê ji bo wekîl û hevşaredarên di bin çavn de, ji bo her kesê ku bi zilma AKP'ê re rû bi rû maye, ev meşa hatiye destpêkirin. Ji bo wê jî em banga piştgiriyê li gelê Amedê dikin û divê em li gel hev bisekinin."
Tanrikulu nerazîbûn nîşanî pêkanînên OHAL'ê jî da û ev tişt anî ziman: "Dema bêjin OHAL, avakirina rêveberiya otokratîk tê bîra me. Bi vê rêyê dixwazin hişmendiya zilamê yek kesî li welatê me serdest bikin.
'HIŞMENDIYA AKP'Ê CUDAKARÎ YE'
Tanrikulu got ku "Kesên deng dabin AKP'ê ew dostê wan in, yên derveyê wê her kesî wekî dijmin dibînin" û wiha pê de çû: "Ev hişmendî dirûxîne, cudakar û paşverû ye. Ji derveyê xwe her kesî dijmin dibîne. Gelê me dixwaze bi awayekî wek hev bi hev re bijî, lê AKP bi polîtîkaya xwe vê yekê dirûxîne û cudakar e."
Tanrikulu ji ber piştgiriya HDP'ê û nirxandinên wê jî spasiya xwe kir.