STENBOL - "Nobeta Edaletê" bi tevlibûn û ziyaretçiyên xwe ve di roja 10'emîn de jî domiya.
Di roja "Meşa Edalê" ya ji Enqerê ber bi Stenbolê ve dest pê kir de, Nobeta Edalê ya li Parka Maçkaya Beşîktaşê bi armanca piştevahiyî dest pê kir û îro ket roja xwe ya 10'emîn. Welatî ji serê sibê di nokteyên lêgerînê yên polîsa re derbas dibin û dikevin parkê. Di hemna demê de derdora parkê bi hêzên taybet ên polîsan hatiye dorpêç kirin. Hat payîn ku di nava rojê de dê nûnerên rêxistin û partiyên siyasî yên cuda welatiyên li parkê ziyaret bikin.
Welatiyên li parkê diyar kirin li Tirkiyeyê ji bo bêmafiya heyî ji holê were rekirin û ji nû ve demokrasî bê avakirin, pêwîstî pê heye ku ev çalakî mezin bibin û heya dawiyê bidomin.
Çalakiya welatiyan al parkê dom dike.