Dayikên Şemiyê Cejn ji bo me roja zilm kûr dibe

STENBOL - Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 639'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan, vê hefteyê çîroka Mehmet Sait Zengin ê di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Dayikan diyar kirin ku ew malbatên zarokên bê gorin û wiha gotin: "Edalet ji bo her kesî lazim e. Em dîsa beriya cejnekê li Qada Galatasarayê ne. Cejn ji bo me roja ku êş, birîn û zilm herî zêde kûr dibe ye.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bipirsin di hefteya 639'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne"; "Cejn û Edalet ji bo her kesî lazim e" vekirin. Dayikan vê hefteyê çîroka Mehmet Saît Zengîn ê di 6'ê Gulana 1995'an de li Midyata Merdînê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Dayikan di çalakiyê de wêneyên windayan danîn û qurnefil tanîn ser wan.

DÊ GILÎ BIKIN

Dayikan di çalakiyê de şikandina kevirên gora Îbrahim Demir û birayê wî Agit Akipa ya ji aliyê leşkeran ve hatin rûxandin şermezar kirin. Keça Demir Deniz Demir wiha got: "Gelo şikandin û wêraenkirina goran di çarçoveya polîtikayên ewlehiyê de ye? Em dê der barê leşkerên ku gorên mam û bavê min şikandine de serlêdana sûc bikin û gilî bikin.

'MALBATÊN ZAROKÊN BÊ GOR'

Hevsera Fehmi Tosun Hanım Tosun jî anî ziman ku sibê cejn e û wiha got: “Em malbatên bê gor in. Di roja erefê de her kes diçin ser gorên heskirinên xwe. Lê em dîsa beriya cejnê hestera kevirekî gorê ne. Ji ber ji gorên me ditirsin êrîşî gorên me dikin. Bi salan ji bo em bibin xwedî kevirekî gorekê em li vir têkoşiyan. Em êdî dixwazin van qurnefilên di destê xwe de ne li qada Galatasarayê em dixwazin li ser gorên heskiriyên xwe dînin. Di roja erefê de li pişt xwe bizîvirin û li vir binerin. Hûn çima arşîvên xwe venakin. Her tişt di arşîvê we de veşarî ne."

'GOREK EM ZIYARET BIKIN JÎ NEDAN ME'

Birayê Hasan Ocak Ali Ocak, jî anî ziman ku her ew edaletê dixwazin, edalet bêtir dûrî wan dikein. Birayê Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir jî wiha got: " Sibê cejn e. Warekî gora ku em ziyaret bikin jî nedan me. Beriya Cejnê dîsa em li qada Galatarasarê ne."

Piştre birayê Hayrettin Eren Îkbal Eren, daxuyanî xwend. Eren wiha got: “Cejn jî û Edalet jî ji bo her kesî ye. Beriya cejnê dîsa em li Galatasarayê ne. Cejn êdî ji bo me bûne rojê lêgerînê. Bûne roja hêsirbarandinê û roja êş û îşkenceyê. Em êşa heskiriyên xwe bêtir ji kûr ve hîs dikin. Zilm bêtir kûr dibe. Em di bin siya OHAL'ê de vê cejnê pêşwazi dikin. Em dizanin li welatê bi hezaran malbat di nava xemgînî û êşê de derbas bike aramî nayê wî welatî. Em dixwazin tew nebe gorek ku malbata Zengin biçe ziyaret bike hebe. Zengin bi dehan caran hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Zengin di sala 1995'an de di meha nîsanê de hat binçavkirin û windakirin. Polîsan ew ji dikanê binçavkirin. Piştî binçavkirin 4 rojan rastî îşkenceyê hat û hat berdan. Dîsa di 06'ê Gulana 1995'an de hat binçavkrin. Du polîsên sivîl bi maşîna Torosê ew birin û carek din nehat. Malbatê serî li hemû qereqolan da. Piştre ji bavê 4 zarokan Mehmet Sait Zengin agahî nehat girtin. 22 salin aqubeta wî nediyar e. Dosya hêj li Edliya Midyatê tê rawestandin. Em dixwazin dawi li bêhiqiya 22 salan bînin."