ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, bal kişand ser girtiyê nexweşê Wernicke Korsakoff Kemal Ozelmali û diyar kir ku girtina Ozelmali sûcê mirovahiyê ye.
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 388’an de çalakiya li ber Parka Sumerê ya berê berdewam kir. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyan li parkê kom bûn û pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc" vekir. Rêveberên ÎHD'ê xwest nexweşê Wernicke Korsakoffê Kemal Ozelmali serbest bê berdan. Li ser navê komê rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek, daxuyanî da û bal kişand ser girtiyê nexweş yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê Kemal Ozelmali. Çîçek, anî ziman ku Ozelmali piştî darbeya 12'ê ÎLonê 7 salan girtî ma û wiha got: "Piştî 7 salan hat girtin û hat berdan di salên 90'an de dîsa hat girtin. Ozelmali di sala 1999'an de li dijî polîtîkayên zilm û zextan dîsa ket rojiya mirinê. Ji ber çalakiya rojiya mirinê bi nexweşiya Wernicke Korsakoffê ket. Tevî rapora Ozelmali ya "Nikare li girtîgehê bimîne heye jî dîsa nayê berdan. Divê rapora wî ya berdanê li ber çavan bê girtin û Ozelmali serbest bê berdan. Nikare pêdiviyên xwe yên roja pêk bîne. Ozelmali, êdî nikare derdora xwe nas bike û tişt nayê bîra wî. Di mil, stu û piyê wî de kramp çê dibe. Nikare li ser xwe bisekine û hevsengiya wî xera dibe. Di demên dawî de nikare îdrara xwe bigire. Divê bi lezgin serbest bên berdan. Ji ber girtina wî ya li girtîgehê sûcê mirovahiyê ye. "