STENBOL – Welatiyên taxa Ayazma yên Şaredariya Mezin a Stenbolê 10 sal berê xaniyên wan xera kirin û ew li konutên TOKÎ bi cih kirin, diyar kirin ku di bin deynan de hatin hiştin û mexdûr bûne. Berdevkê Komîsyona Gel ê li Dijî Xerakirinê Osman Ozdemir, diyar kir ku bi hinceta aydî xezîneyê ne zevî ji destê wan girtin û piştre dan Alî Agaoglu.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Îdareya Konûtên Tevahî ya Serokwezirtiyê (TOKİ) û Şaredariya Kuçukçekmece di 13'ê Hezîrana 2003'an de protokol îmze kirin. Di 2006'an de jî bi protokolek din taxên Ziya Gokalp, Ayazma û Tepeustu ku berê girêdayî Kuçukçekmece bûn û niha girêdayî Başakşehîrê ne wekî "Qadên Veguhestina Bajarvaniyê" îlan kirin. Welatiyên ku di salên 1990'an de ji ber şer ji bajarên Kurdistanê koç kirin û hatin li vir bi cih bûn bi vê projeya Veguhestina Bajarvaniyê dîsa hatin sirgûnkirin. Waliyên kurd ên li van taxan xaniyên xwe ava kiribûn, ji aliyê şaredariya Kurukçekmeceyê ve di salên 2006 û 2007'an de hatin xerakirin. Şaredariyê li şûna xaniyê wan di TOKÎ de cih da wan û ew di bin deynên TOKÎ de hiştin. Gelek malbat piştî xaniyê wan hat xerakirin bê mal man.
10 SALIN VEGUHESTINA BAJARVANIYÊ DIDOME
Di sala 2004'an de di serdema Şaredarê Kuçukçekmece yê AKP'î Aziz Yeniay li taxa Ayazma ya Kuçukçekmeceyê xanî hatin xerakirin û berê welatiyan dan taxa Bezirganbahçeyê. Yeniay, di sala 2012'an gotibû "Dema em bajar ji nûve ava dikin em bajarvanî jî ji nûve ava dikin." Li taxa Ayazma di sala 2007'an de piştî xerakirinê dest pê kir li şûna xaniyên welatiyan înşaetên nû dest pê kir. Zeviyên ku gotin aydî Xezînê ye, niha dewrî şirket û kesên dewlemend tê kirin. Piştî di sala 1994'an de welatî ji Şirnexê ji cih û warên xwe koç bûn, Komîsyona Gel ê li Dijî Xerakirinê hat avakirin. Berdevkê Komîsyona Gel Osman Ozdemir, diyar kir ku bi hinceta aydî xezîneyê ne zevî ji destê wan girtin û piştre dan Alî Agaoglu.
LI AYAZMA TENÛR Û ÇAND HEBÛ
Ozdemîr, anî ziman ku piştî xaniyên wan li Ayazma hatin xerakirin li Bezirganbahçe bi cih bûn û wiha got: "Di sala 1995’an de li dora Ayazma bi hinceta qaçax hatine avakirin 35 xani hatin xerakirin. Heta 2004’an xaniyên wan perçe perçe hatin xerakirin. Di sala 2004'an de piştî Şaredar Aziz Yeniay hat hilbijartin projeya "Veguhestina Bajarvaniyê" pêş xist. Me jî di salên 2004-2005'an de li dijî vê yekê Komîsyona Gel a Li Dijî Xerakirinê avakir. Aziz Yeniay bi hinceta me di nava zeviyên Xazînê de xanî avakirine em ji vir derxistin. Lê zeviyên "Xezînê" ji destê me derxistin û piştre dan Ali Agaoglu. Agaoglu, mirovê wan e. Dema Şaredariya Kuçukçekmece em ji vir derxistin gotin "Teqez em we mexdur nakin". Lê piştî em ji vir derxistin hemû mirovên dubare koçber bûn mexdûr û berîşan bune. Ozdemir anî ziman ku hemû kesên ji taxa Ayazma koç bûn tev kurd in û dubare mexdûr bûne. Dema ez ji taxê derxistim 135 darê min ê team hebûn. Gotin dê 10 milyar tl dê heqê xaniyan bidin. Lê tu fermiyeta vê yekê çênikirin. Heta goristana Ayazma jî xera kirin. Soz dan, lê tu soz pêk neanîn. Mirov di TOKÎ de bi cih kirin û xistin bin deynan. 10 salin em mexdûrê Veguhestina Bajarvaniyê û TOKÎ ne. Li wir civak û parvekirin hebû. Li wir tenûra me hebû. Çanda me hebû. Dar û berê me hemû. Agahiya cîran ji cîran hebû. Lê li vir her tişt perçe bûye. Armanca dewletê ewe ku civakîbûnê û yekîtiyê perçe bike."
Sadiye Eser / Muhammed Dogru - dihaber