EDENE - Piştî şewata li wargeha keçan a li Aladaga Edeneyê ku 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest da, li TBMM'ê ji bo bûyer bê lêkolînkirin biryara avakirina komîsyona ji 15 kesan pêktê di rojnameya fermî de hat weşandin.
Piştî şewata li wargeha keçan a li Aladaga Edeneyê ku 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest da, biryara ji bo şewatê ya ji aliyê Lijneya Girtî ya Meclîsa Gela ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hat dayîn di rojnameya fermî de hat weşandin. TBMM'ê biryara da ku dê komîsyona ji 15 kesan pêkbê û ger pêwîst bike dikare li derveyî Enqereyê jî bixebite.
Di biryara hatiye weşandin de ev tişt hatin gotin: "Ji bo şewata li wargeha keçan a li Aladaga Edeneyê bê lêkolînkirin, ji bo êşek wiha carekdin neyê jiyîn, ji bo em mafê perwerde û hewandinê ya xwendekaran bixin bin ewlehiyê, bi armanca tedbîrên pêwîst bên girtin li gorî madeyên qanûna bingehîn, ji bo lêkolîna meclîsê, komîsyona ku dê vê lêkolînê pêk bîne ji 15 kesan pêk bê, ji bo dema xebata vê komîsyonê biryar hatiye dayîn ku 3 meh bên veqetandin û ger pêwîst bike dikare li devreyî Enqereyê jî xebatan bide meşandin, ev biryar ji liyê Lijneya Girştî ya 01.12.2016'an a 30'emîn ve hatiye dayîn."