Dê Meşa Edaletê li Kandirayê ji hêla HDP'ê ve bê pêşwazîkirin

ENQERE - HDP'ê der barê Meşa Edaletê de daxûyanî da û aşkera kir ku dê meşvan li Kandirayê pêşwazî bikin. Herêma ku dê meşvan lê bên pêşwazîkirin, qasî 20 kîlometreyî dûrî girtîgeha ku Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag lê girtî ye.

Meşa Edaletê ya ji hêla Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye destpêkirin di roja 10'emîn de berdewam dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê meşê de daxuyanî da û aşkera kir ku ew ê jî tev li meşê bibin. Meşa ku ji her beşê civakê tevlêbûn çêdibe, veguherî "Ji bo her kesî edalet". Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî berê daxuyanî dabû û piştgirî dabû meşê, piştgiriyek ji HDP'ê jî hat. Mijara ku demek bû ji hêla partiyê ve dihat nîqaşkirin, bi daxuyaniyekî hat ragihandin.

HDP plan dike ku di hefteya 2'yemîn de li Kandiraya Kocaeliyê meşvanan pêşwazî bike. Herêma ku tê payîn meşvanan lê pêşwazî bikin, qasî 20 kîlometreyî dûrî girtîgeha ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encu, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim û Besîme Konca lê girtî ne. Hêviyên HDP'ê ew e meş heta Girtîgeha Edîrneyê li gel Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş berdewam bike. Lê li gorî çavkaniyên CHP'ê, ew li vê mijarê bi erênî nanhêrin. Li ser vê HDP'ê jî xwest bi pêşwazîkirina meşekê li duryana Kandirayê piştgiriyê bide.

HEVDÎTINA MEZIN A LI STENBOLÊ

Ji derveyê pêşwaziyê, dê HDP li Stenbolê jî tev li hevdîtina mezin bibe. Partî di heman demê de bang li rêxistinên xwe yên herêmî jî kir ku piştgiriyê bidin Meşa Edaletê.