KESK'ê bertek nîşan da

ENQERE - Piştî gelek kes bi rêya KHK'ê ji kar hatin avêtin, Platforma Şaxa KESK'ê ya Enqereyê bertek nîşanî. KESK'ê rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî bi bîr xist û banga hestewarî kir.

Platforma Şaxa KESK'ê ya Enqereyê der barê Biryarên di Hukmê Qanûnê (KHK) yên piştî OHAL'ê hatin derxistin da û aşkera kir ku gelek kes bi KHK'ê ji kar hatin avêtin. Daxuyaniya li Kolana Sakaryayê hat dayîn de gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku ev 107 roj in di greva birçîbûn jî hat bi bîrxistin û hat gotin ku divê gel xwedî li wan derkeve.

Di daxuyaniyê de pankartên ku bertek nîşanî OHAL, KHK û polîtîkayên antî-demokratî didin jî hatin vekirin. Berdevkê Demî Devrîm Kahraman diyar kir ku bi mehan e ew bang li rêveberên ku vi welatî bi rêve dibin dikin û wiha got: "Di meha Remezanê de mirov ji bo rojiyê bigirin, li ser nefsa xwe hakim bibin, bibin xwedî exlak, mirov û demokrat dikevin nava hewldanek mezin, lê desthilatdariya heyî ji bo Nuriye û Semîh ên ku 107 roj in li girtîgehê di greva biçîbûnê de ne, dengê xwe dernexistine. Em wan dawetî dikin ku daxwaza bi milyonan kes fam bikin."

Piştî daxuyaniyê Necla Kurul a ji Zanîngeha Enqerê hatî avêtin, dersa "siyaseta kuçeyan" da.