Girtiyê 80'ê salî serbest berdin

STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, her hefte çalakiya "Rûniştina F" li dar dixe û di hefteya 274'an de xwest kalê 80'ê salî Haci Îsa Sezek serbest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya "Rûniştina F" li darxistin. Çalakiya ku ev 274 hefte ye berdewam dike, bi dehan kes li Qada Galatasarayê li hev civiyan û pankartên "Tecrîd dikuje Bila Girtîgehên Tîpên F bên girtin" hat vekirin û xwestin OHAL bê rakirin û girtiyên nexweş serbest bê berdan. Di çalakiya vê hefteyê de hat gotin ku girtiyê 80 salî Haci Îsa Sezek ê li Tirtîgeha Tîpa T a Bafrayê ya Samsunê serbest bê berdan.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê, Muharrem Kurşun, rewşa akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça jî bi bîr xist û wiha got: "Ji bo piştgiriyê bidin Nuriye û Semîh, girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê dest bi greva birçîbûnê kirin."

Endama Komîsyona Girtîgehan a Stenbolê Hatîce Onaran jî aşkera kir ku bi rêya KHK'an bi awayekî keyfî hemû kes hatine bêdengkirin û aşkera kir ku ji ber polîtîkaya bê cezabûnê, li hemû girtîgehan pêkanînên taybet di dewrê de ne. Onaran bi bîr xist ku Sezek 25 rojan di bin çavan de maye û wiha pê de çû: "Ev kalemêr di heman demê de nexweşê prostatê ye, ji ber îşkenceyên salên 90'î gelek aciziyên wî hene. Vê zilma li ser Sezek bi dawî bikin û demildest serbest berdin."

Daxuyanî bi dirûşma bi dawî bû.