Demîrtaş Cejna Remezanê li tevahiya gel pîroz kir

ENQERE - Demîrtaş di peyam xwe de diyar kir ku piştî demek dirêj ev cara yekem e ku ew Cejna Remezanê li gel we, rû bir û li cem we pêşxwazî nakim û wiha got: "Di wê hêviyê de me çiqas navber dûr û dirêj jî be, em di dil de li gel hev in û bi hev re dilê me lê dide, hesreta me yek e û têkoşîna me hevpar e."

Demîrtaş aşkera kir ku bi hev re ji bo nirxên mirovahiyê yên mezin; ji bo biratî, wekhevî, aramî, ewlekarî, di nava aramî û aştiyê de, li ser bingeha rêzdayînê bi hev re weke mirovan bijîn û wiha pê de çû: "Erdnîgariya me ya mîna baxçeyê bawerî û gelan Cejna Remezanê bi biratî, piştgirî û êşên xwe parvekirine. Mixabin, em vê salê jî Cejna Remezanê bi êş û janan pêşwazî dikin. Ne tenê li Tirkiyeyê, li Îraq, Sûriye û li Rojhilata Navîn li herêmên musilman lê ne, di nava şer û êrîşan de dijîn. Di meha pîroz a Remezanê de jî hişmendiyekî cudaker û şer welatê me bi rêve dibe."

Demîrtaş got ku "Tevî vê jî em hêvî û niyazên xwe yên baş ji bîr nakin, naçewisînin" û wiha pê de çû: "Di vê meha Remezanê de, xweda diayên kesên ku li ser erdnîgariya me û hemû cîhanê ji bo aşatiyê kirine qebûl bike, têkoşîna ku didin meşandin bi aştiyê encam bibe. Çi li Sûra Amedê, çi jî li Edîrneyê bin, heta roja me ya îro em bi hêvî bûn ku hemû cejin ji bo gelê me aştî û aramiyê bîne. Bi hêvî me, di vê cejnê de ji bo erdnîgariya me heman kelecanê, hêvî û têkoşînê jî derbasdar be."

Demîr taş di dawiya peyama xwe de hêviya xwe ya hevgirtina gel jî anî ziman û peyama xwe wiha bi dawî kir: "Bi hêviya ku gelê me dest bide destê hev, hêsta edalet, azadî û wekheviyê ya ku dikişîne, Cejna Remezanê ya hemû alema Îslamê ji dil û can pîroz dikim.”