NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê ya ku dixwaze gelê Rojhilatê Kurdistanê bi birçîbûnê terbiye bike, di 22’yê Hezîranê de welatiyê kurd ê ku li ser sînorê Rojhilat û Bakur bazirganî dikir, qetil kir.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, welatiyê bi navê Murad Arabî (32) yê ji rojhilatê Kurdistanê, ji gundê Ebne ya Ûrmiyeyê ye, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li ser sînorê Rojhilat û Bakur hatiye qetilkirin. Hat diyarkirin ku Arabî zewicî bûye û bavê 2 zarokan e.
Rejîma Îranê hefteya çûyî jî li ser sînorê Serdeştê kolberê bi navê Sîrwan Ezîzî qetil kiribû.