Gotin pardon û berdan

EDENE - Gulşah Tanman bi zaroka xwe re li Edeneyê hatibû binçavkirin, polîsan ji wan re got "Pardon bi şaşî çêbûbû" li gel xizmekê xwe hat berdan. Lêpirsîna 29 kesên li emniyetê tên girtin didome.

Di encama operasyona polîsan de duh li Edeneyê Gulşah Tanman û zaroka wê ya biçûk ji di nav de 30 kes hatibûn binçavkirin. Di saetên şevê de piştî lêpirsîna li miduryeta polîsan, ji wan re gotin "pardon" û serbest hatin berdan. Bi hinceta îxbar der barê wan de hatiye, Tanman, zaroka wê ya 2 salî û xizma wê Cumaziye Tanman hatibûn biçavkirin.

Tanman der barê binçavkirina xwe de axivî û wiha got: "Em çûn emniyetê. Heya êvarê xarin nedan zaroka min. Piştî hevdîtina polîsan a bi dozger re nû xarin dan zaroka min. Li emniyetê polîsan hinek wene nîşanî me dan û ji me re gotin 'Hûn van kesan nas dikin?' Me jî got em nas nakin. Pişt re ji min re gotin 'padon me bi şaş hûn girtine.' Pişt re jî em berdan."

Tanman da zanîn ku ji duh ve di çapemeniyê de ew hedef tên nûşandan û wiha pê de çû: "Ji ber zaroka min biçûk bû, min nexwest dîmenên me bidin çapemeniyê. Li gel min ev yek got jî dîsa dîmenên me dan çapemeniyê. Bi awayekê bê hiqûq em xistin binçavan. Bi zaroka min re em mexdûr kirin."

Ji hêla din ve lêpirsîna 29 kesên li miduryeta polîsan berdewam dike. Navê hin kesên li miduryerta polîsan tên girtin wiha ne: Cemîle Kavak, Şefîk Ozbey, Fesîh Malgîr, Nusret Bakir, Fîkret Sumer, Hasan Şîmşek, Mehmet Bakir, Rodî Bakir.