ENQERE - Li gorî daneyên ÎHD'ê, bi pêvajoya OHAL'ê re li Tirkiyeyê hêjmara girtiyên nexweş gihiştiye 900'î. Rêvebira ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, da zanîn ku piştî OHAL'ê şert û mercên girtîgehna xirap bûne û banga hestiyariyê kir.
Piştî OHAL'ê binçavkirinê girseyî hêjmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan zêde kirin. Pêvajoya OHL'ê ku bi binpêkirinên mafan li girtîgehan tê jiyîn rewş xirabtir kir. Aktîvîst ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Stenbol, Îzmîr, Edene û Enqereyê tên cem hev û çalakiyan li dardixin. Parêzvanên mafê mirovan dê roja Şemiya peşiya me li Stenbolê hefteya 246'emîn, li Enqereye 123'emîn bên cem hev û daxwaza berdana girtiyên nexweş bikin.
Ji aliyê Komîsyona Girtîgena a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di 26'ê Cotmahê de rapora "Lîsteya Girtiyên Nexweş ên li Girtîgehên Tirkiyeyê û Agahdarkirina Derbarê Tendirûstiya Wan de" aşkera kir û li gorî daneyên raporê li Tirkiyeyê 905 girtiyên nexweş hene. Di rapora ÎHD'ê ya parde hêjmar 721 girtî bûn.
Endamê Komîsyona ÎHD'ê ya Enqereyê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku wan herî zêde xwe gihandine girtiyên siyasî û dê bi girtiyên nexweş ên edlî re hêjmar zêdetir bibe.
'HÊJMARA GIRTIYÊN NEXWEŞ HER KU DIÇE ZÊDETIR DIBE'
Çevîrmen, ku her hefte di çalakiyan ji bo azadiya girtiyan de cihê xwe digire anî ziman ku li girtîgehên welatên rojava hêjmara girtiyên nexweş kêm dibin lê li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin û wiha got: "Bi OHAL'ê re şert û mercên jiyanê yên li girtîgehan xirabtir bûne. Bi taybet ên siyasî ji mafê xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin. Girtî terkî mirinê tên kirin. Ji ber şertên xirab ên girtîgehê girtî bêhtir nexweş dikevin."
'DIVÊ MALBAT PIŞTGIRIYÊ BIDIN ME'
Çevîrmen, da xuyakirin ku bi salen ew li kolanan ji bo girtiyan banga hestiyariyê dikin û wiha axivî: "Bi taybet divê malbat piştgiriyê bidin çalakiyên me. Divê hemû parêzvanên mirovan her hefte b ime re bin. Di dema nû de em bi 15 pareêzeran re li 40 girtîgehan geriyan û em ê derbarê binpêkirinên mafan de raporekê amade bikin. Em ê raporek berfireh di meha Çileyê de ji raya giştî re ragihînin."