AMED - Bavê Osman Yalavuz, Ramazan Yalavuz ê li gundê Beşişteyê ya Lîcê ji aliyê leşkaran ve hat binçavkirin, serbest hat berdan.
Di 19'ê Hezîranê de li gundê Beşişteyê ya navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û welatiyê bi navê Osman Yalavuz bi giranî hatibû birîndarkirin. Bavê Yalavuz, Ramazan Yalavuz jî rojek şûn de hatibû binçavkirin û ew biribûn Miduryeta Polîsan. Piştî derxistin dadgehê bi şertê "Kontrola edlî" serbest hat berdan. Hat diyarkirin ku Yalavuz ê 65 salî dibin çavan de rewşa wî ya tenduristiyê jî xirab bûye.
Di heman operasyonê de kurapê Yalavuz, Mesut Yalavuz jî hatibû binçavkirin û Yalavuz 2 rojan li çoltarê hatibû gerandin û îşkence li wî kiribûn. Yalavuz ji ber îşkenceyê ji destê leşkeran revî bû û ji zikê xwe bi çekê hatibû birîndarkirin û ji hêla gundiyan ve bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê.