STENBOL - Du darên ku ji hilweşandina taxên Ayazma û Şahîntepe ku di bin navê "veguhrandina bajêr" de hatin rûxandin mayî, malovaniya zarokên ku hayê wan ji tu tiştî tune ye dikin. Her wiha bermayiyên avahiyan, toz û xubar qet ne xema wan e.
Li Taxa Ayazma ya navçeya Başakşehîr û Taxa Şahîntepe ya Îkîtellî ya Stenbolê, rûxandina di bin navê "veguherandina bajêr" de didome. Li van taxên ku piraniya kurdên ji ber şerê li herêmê ji neçarî koçber bûn û li wan bi cih bûn û ji xizanan pêk tên, ji sala 2007'an ve niştecih yeko yeko tên derxistin.
Ji bilî çend malbatan, piraniya her du taxan hatine valakirin. Malbatên mayî jî ji bo şevnişînên xwe neterikînin li ber xwe didin. Zarokên malbatên mayî siya her du darên ku piştî rûxandinê li ser piya mane ji xwe re kirine mesken. Bêyî ku guh bidin bermayiyên avahiyan, toz û xubarê zarok ji xwe re dilîzîn û hayê wan ji makîneyên karî yên li ber çavên wan avahiyan dirûxînin tune ye.