ÎZMÎR - Dozger, der barê 192 kesên ku ji ber tevlî çalakiyên Geziyê bûne piştî 4 salan îdianame h24 rûpelên pêk tê û 23 jê ji lîsteya navan pêk tê amade kir . Dozger heta 80 sal cezayê girtîgehê dixwaze.
Piştî 4 salan şûnde der barê 192 kesên ku bi hinceta di dîrokên cuda de li Îzmîrê tevlî çalakiyên Geziyê bûne de îdianemeyeke nû hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Dozgerê Komarê Nûrettîn Ûlûtaş ve hat amadekirin û ji aliyê 37'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Îzmîrê ve hat qebûlkirin. Îdianame ji 24 rûpelan pêk tê û ji van 24 rûpelan 23 jê ji lîsteya navan pêk tê. Di îdianameyê de kes bi hinceta "Mûxalefeta Qanûna Civîn û Meşan a Jimare 2911'an kirine" tên tawanbarkirin û ji bo her kesî 5 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku polîsan bi awayekî tund mudaxileyî 35 kesên tevlî çalakiyê bûne kiriye. Hat parastin ku di dema mudaxileya tund a polîsan de girse jî zirar daye derdorê û heta bûne sedema birîndarbûna polîsan.
'LI SER FERMANÊ HAT AMADEKIRIN'
Yek ji kesên ku doz lê hatiye vekirin jî Parêzer Erdogan Akdogdû ye. Akdogdû, diyar kir ku ev demeke dirêj e ku daraz ne ser bi xwe ye û dadgeh li ser fermanan dixebitin. Akdogdû, diyar kir ku hûqûq wek çoyekî û amûra cezakirinê tê bikaranîn. Akdogan got ku ji ber lêpirsînên vikî vala hin muwekîlên wî yên ku rojê 5 rojan îmzeyê davêjin hene. Akdogdû, anî ziman ku bi vê îdianameya ku piştî çalakiyên Geziyê bi 4 salan şûnde hatiye amadekirin, mebest hedefgirtina kesan e û wek hewldana çewisandinê nirxand.