30 salin bi hesret li benda şagirtê osteyê tembûrê ye

RIHA - Muslum Albayrak ê 30 sal in li Rihayê hostetiya tembûran dike, diyar kir ku ji ber tembûrên li fabrîkayan tên çêkirin êdî eleqeya tembûrên bi keda destan çêdikin nemaye. Albayrak anî ziman ku, bi hêviye dê rojekê şagirtek ji bo hînbûna pîşeya temburê li deriyê wî bidin.

Muslum Albayrakê ku li Pasaja Îzgordu ya li Taxa Bahçelîevler a navçeya Halîliye ya Rihayê tembûran çêdike, got ku di temenekî biçûk de miraqa tembûrê li wî peyda bûye. Albayrak li gel tembûrê ûd, kanûn, keman û cimbuşa 8 têlî ya ku ew bi xwe disêwirîne û navê "Ahenga Rihayê" lê kiriye jî çêdike. Albayrak ragihand ku, ji ber tembûrên ku li fabrîkayan tên çêkirin êdî raxbet ji bo tembûrên ku ew bi keda destan çêdikin nemaye.

Albayrak, anî ziman ku mirov girîngiyê nadin huner û kedê, didin dîtbariyê. Albayrak got ku tembûrên ku li fabrîkayan tên çêkirin hem di warê dîtbariyê de hem jî di warê buhayan de tercîhî yên ku ew bi destan çêdikin tên kirin. Albayrak, dest nîşan kir ku mirov girîngiyê nadin deng, ton, têkûzbûnê êdî didin dîtbariyê. Albayrak, got ku ji bo tembûr saxlem bin divê hay ji darên ku pê tên çêkirin hebe. Albayrak diyar kir ku ew darên merxê, tuyan, aframoz û hwd. tercîh dike û wiha got: "Dema dar baş hişk dibin wan bi kar tînim. Tenê kesên ji hunerê fêm dikin dikarin ferqa tembûrên ku ez çêdikim bibînin." Albayrak, da zanîn ku ew tembûran di navbera 800-1500 lîreyî de difiroşe. Albayrak got ku, temenê tembûrên fabrîkasyonî kurt e, lê yên ku ew çê dikin heta 30-40 salî jî dikarin bên bikaranîn.

ŞER ÇANDEKÊ QEDAND

Albayrak, anî ziman ku li gel çêkirina tembûran wî di nav koma şevbuhêrkên Rihayê de jî cih girtiye. Albayrak got ku ev 2-3 sal in ev şevbuhêrk jî dejenere bûne. Albayrak, diyar kir ku ji ber şerê li herêmê êdî turîst nayên û wiha axivî: "Nehatina wan bandorê li şebuhêrkan jî dike."

Herî dawî Albayrak diyar kir ku ew ji bo berdewamiya vê pîşeya xwe şagirtekî nabîne û wiha got: "Hêvîdarim ku dê rojekê kesek bê li derî bixe û bixwaze hînî vî pîşeyî bibe."