Ocalan 5 cejin di bin tecrîdê de derbas dike

ENQERE - Piştî hevdîtina 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve, tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin 5 cejin li dû xwe hiştin. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de hevdîtineke "bizorê" pêk hatibû û ji wê demê heta niha tu agahî ji Ocalan û hevrêyên wî nayên wergirtin.

Di navbera salên 2013 û 2015'an de bi hewldana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê hatibû destpêkirin, lê piştî dewleta tirk dawî li pêvajoya çareseriyê anî, tecrîda ku bi salane tê sepandin her diçe krûtir dibe. Ocalan û hevrêyên wî yên li Girava Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve di binê tecrîdeke giran de ne. Ji roja tecrîd hatiye destpêkirin heta niha, tam 5 cejnên olî derbas bûne û îro ne bi Ocalan re û ne jî bi girtiyên li Îmraliyê re tu hevdîtin pêk nayên. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê der barê jiyana Ocalan û girtiyên li Îmraliyê de fikarên gel zêde bûbûn û li ser çalakî û berxwedana gel dewletê di 11'ê Îlonê de hişt ku birayê Ocalan, Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê. Lê li gorî qanûnan, divê hemû girtiyên li girtîgehan di cejnê de bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

EV 38 CEJIN IN KU PERGAL HEMAN PERGAL E

Ji hêla din ve di ser radestkirina Ocalan ku bi komployeke navnetewî re teslîmî Tirkiyeyê hatibû kirin, tam 18 sal derbas bûn. Di van 18 salan de 38 cejinên olî hatin pîrozkirin û di gelek cejanan de dewletê nehişt ku Ocalan cejna xwe bi malbata xwe re derbas bike. Li gel nêzîkatiyên tecrîd û îzolekirina Ocalan a ji civakê jî, Ocalan vê helwesta xwe wekî "Berxwedan"ê pênase kir.

CEJNA BERXWEDANÊ

Bi tecrîda li ser Ocalan re, civak jî kişandin nava şer, dîsa jî Ocalan işaret bi "Hewldana derbeyê" kir. Bi demê re hikûmetê rewş bêhtir kambax kir û OHAL îlan kir û pergala KHK'ê xist dewrê û cejna herî dawî jî li gel herimand. Bi KHK'yan re 130 hezar mirov ji kar hatin avêtin û 210 hezar kes di girtîgehan de ne. Dîsa bi sed hezaran kes hatin binçavkirin.

* Mijara rakirina destnedanê ya ku CHP jî parçeyekê vê yekê ye, gelek wekîl hatin girtin û herî dawî bi banga Meşa Edaletê bi hezaran kes li dijî bêedaletiyê dest bi meşê kir.

* Li dijî KHK'yan Semîh Ozakça û Nuriye Gulmen greva birçîbûnê dan destpêkirin û çalakiya wan di roja 108'emîn de jî berdewam dike. Kesên li derve piştgiriyê didin wan jî her roj bi gaza îsotê, guleyên plastîk û êrîşê re rû bi rû dimînin.

* Di girtîgehan de 303 girtiyên rewşa wan giran û 925 girtiyên nexweş, di girtîgehê û şertên dijwar de cejnê pêşwazî dikin.

* Li Cerateppeyê gundiyên Deryaya Reş, li Manîsayê jî cotkarên zeytûnan li dijî talana xwezayê li ber xwe didin.

* Li navçeyên wekî Sûr, Nisêbîn û Cizîrê jî gelê kurd li dijî rûxandin û talanê li ber xwe dide.

Kenan Kirkaya - dihaber