STENBOL - Lêpirsîna têkîldarî kuştina Berkîn Elvan piştî 1270 rojan hat temamkirin û der barê polîsê bi navê F.D. de bi "qastî kuştina mirov" bi daxwaza cezaya muebetê doz hat vekirin.
Lêpirsîna ku têkîldarî kuştina Berkîn Elvan ê ku di bûyerên Geziyê de di 16'ê Hezîrana 2013'an de hat kuştin piştî 1270 rojan hat temamkirin û doz hat vekirin. Di îdianameya hat amadekirin de der barê polîsê bi navê F.D. de "bi qastî mirov kuştinê" cezaya muebetê tê xwestin.
Doz dê li 17'êmîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya îdianame hat qebûlkirin bê dîtin.
Di lêpirsînê de der barê 42 kesên "gumanbar" de jî ji ber heman sûcdarkirinan biryara "neşopandinê" hat dayîn.
269 ROJAN TÊKOŞÎNA JIYANÊ DABÛ
Di dema bûyerên Geziyê de di 16'ê Hezîrana 2013'an de fîşeka gazê ya polîsan avêtibûn li serê Berkîn Elvan ê 15 salî ketibû û bi giranî birîndar bûbû. Berkîn Elvan piştî têkoşîna jiyanê ya 269 rojan di 11'ê Adara 2016'an de jiyana xwe ji dest dabû. Polîsê gumanbar ê bi navê F.D. di îfadeya xwe de gotibû nayê bîra wî ku çeka ZET bi kar aniye yan na.