KILÎS - Hat îdiakirin ku mêrên ereb û tirkmen ku bi boneya Cejna Remezanê di Deriyê Sînor ê Oncupinar ê Kilîsê de derbasî Ezazê bûne ji bo şer hatine desteserkirin û her wiha yên kurd jî hatine girtin û ew xistine girtîgehan.
Aqûbeta gelek kesên ku bi boneya cejnê di Deriyê Sînor ê Oncupinar ê Kilîsê de derbasî Ezazê (ku di dest komên Artêşa Sûriyeya Azad-OSO- ya Tirkiye piştevaniya wê dike de ye) bûne nayê zanîn. Li deriyê sînor gelek penaber ketine rêzê û her wiha bi awayekî zêde ewlehî û tevdîr hatine girtin û sivîl û wesayît yeko yeko tên sehîkirin û paşê derbas dibin.
KURD TÊN GIRTIN
Ji ber ku Tirkiye deriyê sînor ên Rojavayê girtine gelek kes ji bo biçin Efrîn, Kobanî, Girê Spî, Qamişlo û Minbicê berê xwe didin Deriyê Sînor ê Oncupinarê û xwe davêjin talûkeyê. Hat diyarkirin ku penaberên ku xwestin Cejna Remezanê bi malbat û xizmên xwe re derbas bikin, dema xwestin derbasî Efrînê bibin komên tundraw ên OSO ku TSK piştevaniya wan dike ew desteserkirine û girtine. Hat diyarkirin ku dema 2 ciwanên efrînî yên navên wan nehat zanîn xwestin derbas bibin hatine girtin û ew xistine girtîgehê.
EREB Û TIRKMENAN DIŞÎNIN ŞER
Her wiha penaberên ku xwestin derbasî Ezaz, Cerablûs, Bab û Çobanbey ku OSO li van deran serwer e, bibin bi muameleyeke cuda re rû bi rû dimînin. Hat destnîşankirin ku mêrên tirkmen û ereb ên penaber dema dixwazin derbasî wî aliyê sînor bibin tên desteserkirin, çekê didin wan û şer li wan tê ferzkirin.
AN ŞER AN JÎ ÎŞKENCE
Welatiyekî kilîsî ku li ser sînor bazirganiyê dike, got ku 2 penaberên ku bi boneya cejnê dema xwestine malbatên xwe bibînin hêzên OSO'yê ew girtine û şandine girtîgehê. Welatî diyar kir ku dema deriyê sînor tê derbaskirin her komeke muxalif li gor pîvanên xwe tevdigerin û ji ber vê tu ewlehiyeke wan a jiyanî tune ye. Welatî, anî ziman ku 4 mêrên tirkmen û ereb dema sînor derbas kirine ji hêla heman komê ve ji bo şerkirinê hatine desteserkirin. Welatiyê kilîsiyî, diyar kir ku yên ku şer qebûl nekin jî tên îşkencekirin. Her wiha welatî da zanîn ku ji bo extiyaran destûra vegerê tê dayîn, lê yên ciwan tên desteserkirin.
NAHÊLIN KURD VEGERIN
Penaberê bi navê Y.K. ku bi riya telefonê me xwe gihandê, ragihand ku dema ew di Deriyê Sînor ê Oncupinarê re derbas bûne û ber bi Minbicê ve ketine rê, komên tundraw di noqteyên lêgerînê yên li ser rê danîne, mêrên ciwan desteser kirine û her wiha yên kurd jî girtine. Y.K., anî ziman ku dema ew di noqteya lêgerînê re derbas bûne ji ber ku kurê wî yê 14 salî bi kurdî axiviye komên çekdar şidet li wan kiriye. Y.K., diyar kir ku dema penaberên kurd ên li ber deriyê sînor ev bihîstine sînor derbas nekirine. Y.K., got ku li gor wan bihîstiye ku destûra penaberên ku dixwazin ji herêma Rojavayê derbasî Tirkiyeyê bibin jî nayê dayîn.
Erdogan Alayumat/ Hacı Yusuf Topaloglu- dihaber