AMED - Dr. Selçuk Mizrakli, diyar kir ku Sûr hiş, dîrok, çand û bîra gelan e û bi rûxandin û talankirinê endezyariya nijadî tê kirin û wiha got: “Wekî qada jiyanê li vir nanerin. Wekî qada kerameta muteahîdiyê û feraseta 'Ez çi qas bêtir kar û sûdê ji wergirim' nêzîk dibin. Wekî qada bazirganiyê û endezyariya nijadî nêzîk dibin."
Navçeya Sûrê ya Amedê di bin navê "Veguhestina Bajarvaniyê" hemû tax û warên dîrokî tên xerakirin. Navçe bi darê zorê tê valakirin û niştecihên taxê yên kurd, suryar û ermenî ji vir tên wêderkirin. Xerakirin, valakirin û talankirina Sûrê didome. Têkildarî polîtikayên hikûmetê yên li ser Sûrê Endamê Platforma Ji Xerakirina Sûrê re na Dr. Selçuk Mizrakli, bal kişand ser xerakirina taxên Alipaşa û Lalebey û diyar kir ku polîtîka tenê bi xerakirinê bi sînor namîne û cewher, çand, dîrok û nexşeya wê tê guhertin. Mizrakli yê 26 salin li Amedê dijî diyar kir ku Sûr dîrok, hiş û çanda Amedê ye û wiha got: "Sûr di heman demê de rawestgeha hemû gelê Kurdistanê ye. Sûr ne tenê warê avahiyên dîrokî ye. Ne tenê avahiyên dirokî di heman demê de çanda kolektîf li vir kok daye. Gelek çand li vir digêjin hev û navenda kolektîf a çandên gelan e. Qada kolektîfa çandên zindî ye. Çandên cûda bi awayekî zindî li vir bi hev re dijîn. Mirovên ji gundên Amedê tên li vir bazirganiyê dikin. Dîsa wargeh û rêgeha jiyana hemû zarok, kal û pîrên Amedê ye. Kal û pîrên Amedê tev li vir mezin bûne û belav bûne. Zarokantiya gelek mirovê Amedê li vir derbas bûye. Mozaîka çanda gelan e. Ji ber vê yekê divê em li Sûrê xwedî derkevin."
SÛR NEXŞE Û EYNEYA ÇAND Û DÎROKA GELAN E
Mizrakli, bal kişand ser taymendiya nexşeya Sûrê û wiha got: 'Sûr nexşe û eyneya jiyan, çand û dîrokê ye. Mirov li vir jiyanê çawa fam dike. Jiyana mirovan çawa ye. Çawa wateyê dijin jiyanê. Jiyana wan a rojane çawa ye. Hilberina li malê çawa ye. Huner, çand, sinhetkarî li vir çawa pêş dikeve. Kîjan pîşeyên sinhet li vir peş ketine û ji ku hatine heta vir. Dêr, mizgeft, hemam û kelên li vir hatine avakirin der barê dîrok û çanda mirovên hatine li vir bi cih bûne û çûne agahî didin. Dîwar û kolanên vir zimanê dîrok û çanda gelan e. Sûr vegotina dîrok û çandê ye."
‘DIXWAZIN HAFIZA CIVAK Û DÎROKÊ TUNE BIKIN'
Mizrakli, bibîrxist ku Sûr awêneya dîrok û çandê ye û b xerakirina van warên dîrokî û valakirina mirovan, nexşeya dîrok û çand û nijadî tê guhertin û wiha got: "Bi xerakirina Sûrê û valakirine ne tenê nexşeya dîrokî, di heman demê de hafiza civaka kolektif jî tê tunekirin. Berê mirovên ji gund û bejahiyê sirgun dirin û li bajaran bi cih dikirin hafiza wan a civakî û jiyanê dihat tunekirin. Gorên xwe li gundên xwe dihiştin. Berê mirov li pey perperok (pinpinik, berx, karan bû. Çot dikirin û paletî dikirin. Gund wargehên jiyanê bûn. Lê piştî gund hatin valakirin wargehên jiyanê hatin werankirin. Mirov hatin li bajar bi cih bûn hemû çand û kevneşopiya xwe û bira xwe li gund hiştin. Hafiza xwe li gund hiştin. Bajar ji bo xwe weki qada revî ditin. Reya revê dîtin. Yên hatin li Sûrê bi cih bûn yekitî û parvekirina civakê ya gundan li vir disa hûnandin û geş kirin. Niha hilweşina nasnayek din a kurdan pêş dikeve. Li vir hilweşinek li dijî hemû nasname û hafizaya civakê pêş dikeve.
LI VIR ENDEZYARIYA NIJADÎ TE KIRIN
Mizrakli, destnişan kir ku li Sûrê xerakirin û talankirin bi plan û proje tê kirin û ev yek bi zanebûn û encama polîtîkayên taybet e. Mizrakli, da zanîn ku li aliyeki bendavên HES û Kalekol tên avakirin û li aliyê din bajar tên valakirin û nexşe û bîra civake tê tunekirin. Li şûna warên dîrok û çandê Navendê Bazirganiyê (AVM) tên avakirin. Mozaîka bajar, bi nasnameya bajar ve bûye yek. Niha feraseta êrîşî nasnameya bajar û tevahiya bajarvaniye dike heye. Wekî qada jiyanê û wargeha mirovahiye nayê dîtin. Bi feraseta 'Ez ç iqas dikarim li vir kar bikim û qezenc bikim' tevdigerin. Li vir endezyariya nijadî tê kirin. Demografiya erdnîgarî û mirovahiyê tê guhertin. Ev hilweşin u talankirin raste rast li dijî demokrafiya bajar, çand û civakê ye."
Mizrakli, destnişan kir ku li vir pir şer û çeng hatin kirin û wiha bi dawi kir: “Şerê herî hov û dijwar ên cîhanê li vir pêş ketin. Lê vir nasnameya xwe dîsa parastiye. Gelê kurd her dem çand û nasnameya xwe parastiye û pêş xistiye. Gelê kurd ê ji xweliya xwe xwe ava kiriye û li ser koka xwe xwe geş kiriye heye. Gelê kurd her dem li dijî hemû êrîş û polîtîkayên înkar, imha, talankirin û wêrankirine di ber xwe daye. Ji ber vê yekê ev hewldan û polîtika de be encam biminin. Li vir tenê kevirek ji bimîne, tene mirovek, kal û pîrek jî bimîne dê çand, dirok û kevneşopiya xwe bipareze. Bajar ne wekî kewarê mêşa hingiv tene mala wan in. Ew bajar, nasname û wargeha jiyan û çandê ye. Ji ber vê yekê divê ne tene şenîyên Sûrê, divê her kes li vir xwedi derkevin. Divê her kes bibe dengê Sûrê û pêşerojeke geş diyarî zarok û neviyên xwe bikin."