Der barê kuştî de birayara 'anîna bi zorê'!

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Ûgûr Bûrakmak ê YPS'î ku tevî birayê xwe Erkan Bûrakmak di Adara 2016'an de jiyana xwe ji dest da biryara "girtinê" da. Dadgehê jî biryara "anîna bi darê zorê" da.

Li Sûra Amedê piştî di 28'ê Mijdara 2015'an de "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin, li navçeyê pevçûn qewimîn û ev pevçûn 104 rojan domandin. Di van pevçûnan de ji kesên jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Ûgûr Bûrakmakê YPS'î bû ku tevî kekê xwe Erkan Bûrakmak di Adara 2016'an de jiyana xwe ji dest dabû. Di doza ku der barê Ûgûr Bûrakmak de hat vekirin de Serdozgeriya Komarê ya Amedê "biryara zevtkirinê" ya Bûrakmak da û her wiha 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî biryara "anîna bi darê zorê" da.

Di 22'yê Sibata 2014'an de bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê (DUOO-DER) li ber Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê çalakiyeke muzîkê li dar xistibû û her wiha bi awayekî temsîlî jî dersa bi kurdî hatibû vegotin. Ji ber vê çalakiyê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" Bûrakmak jî di nav de der barê 16 xwendekaran de lêpirsîn hatibû vekirin. Piştî temambûna lêpirsînê di 20'ê Kanûna 2016'an de der barê xwendekaran de îdianame hatibû amadekirin. Dozgeriyê der barê Bûrakmakê ku li muduriyeta polîsan îfade dabû biryara "zeftkirinê" da.

JI BER BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ NEBÛ BIRYARA 'ANÎNA BI DARÊ ZORÊ'!

Dozger îdia kir ku koma xwendekaran di çalakiyê de bi yek dengî stranên “Heseno Lawo”, “Ha Gerilla”, “Geliyor Apocular” (Apocî tên) û “Xezale Hêlîcan” gotine û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo ", “Bê Serok Jiyan Nabe" berz kirine. Dozger çalakiya ku xwendekar tevlî wê bûn wek çalakiyeke "derqanûnî" wesifand û parast ku bi stran û sirûdan sûcê "Propagandaya rêxistinê" kirine. Danişîna yekemîn a dozê di 15'ê Gulana 2017'an de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û 7 xwendekar beşdarî wê bûn û ji ber hin jê di girtîgehê de ne nikaribûn beşdarî danişînê bibin. Dadgehê piştî parêziyên parêzeran û îfadeyên bersûcan biryara "Der barê Ûgûr Bûrakmak ku li gor usûlê beşdarî danişînê nebûye de biryara anîna bi darê zorê..." da.

HER 2 BIRAYÊN KU LI SÛRÊ JIYANA XWE JI DEST DAN LI CEM HEVDU HATIBÛN DEFINKIRIN

Ûgûr Bûrakmak tevî kekê xwe Erkan Bûrakmak di 7-10'ê Adara 2016'an de li Sûrê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên birayên Bûrakmak birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û piştî ku malbat nimûneya DNA'yê dabûn cenazeyên wan hatibû teşhîskirin. Cenazeyê Ûgûr Bûrakmak di 3'yê Nîsanê de û yê kekê wî Erkan Bûrakmak jî di 5'ê Nîsanê de li gundê Şivqetê yê Farqînê hatibûn definkirin.