Hikumet xerakirina Sûr û Şirnexê lêçûna cemaweriyê binav kir

ENQERE - Berpirsiyarê eboriyê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, têkildarî daneyên TÛÎK'ê yên lêçûnê destnîşan kir ku lêkirina dîwaran û stendina TOMA, xerakirina Sûr û Şirnexê wekî lêçûna cemaweriyê hatiye pênasekirin. Temelî, anî ziman ku hemû lêçûnên cemaweriyê ne di lehê gel de ye û piranî di elehê gel de ye.

Berpirsiyarê eboriyê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Sezai Temelli, têkildarî krîza aborî û politîkayên aboriyê nirxand. Temellî, diyar kir ku piraniya çavkaniyên aboriyê ji lêçûnên parastin û şer re tê qetandin û wiha got: "Aboriya şer tê avakirin. Li Tirkiye pereyê herî zêde li şer tê razandin. Li Tikiye aboriya şer a taybet heye. Fatureya oboriya şer ji berîya gel derdixin. Li Tirkiye fatura şer a li ser pişta gel pir giran e. Temelli, anî ziman ku pere ji bêriya gel derdixin û pê tang u topan dikirin.

‘PEREYÊN LI XERAKIRINA SÛRÊ HATIN XERÇKIRIN LÊÇÛN HATIN HESIBANDIN'

Temellî, anî ziman ku pirsgirêka aboriyê ji ber pê plankirina lêçûnê yê û polîtikayên şaş ên aboriyê ye û wiha got: "Lêçûna şer wekî lêçûna cemaweriyê bi nav dikin. Lêkirina dîwaran, xerakirina bajaran, stendina TOMA û xerakirina Sûr û Şirnex wekî lêçûna cemaweriyê bi nav dikin. Divê hemû lêçûnên cemaweriyê di xizmeta gel de be. Lê hemû lêçûn ne di xizmeta gel dene. Di dijî berjewendiyên gel in. AKP diyar dike ku di aboriye de pirsgirêk tune û her tişt di rêde ye. Boyaxkirin heye. TUÎK û Banka Navendî wekî her tişt di rêde ye nîşan dide. Divê mezinbûna Tirkiye rast bê dîtin. Êdî pere têra lêçûna malbatê nake û malbatek nîkare pêdiviyên xwe yên xwarinê bistînin. Hinek birçî di binê malê dene, hinek jî diçin malên havîngeh distînin.
Daneyên TÛÎK'ê ne rast in û tev cemaweriyê dixapînin.

TUSİAD) bê navber dixwaze OHAL bê rakirin. Sedema vê yekê jî OHAL dibe sedema krîza aborî u pirsgirêka aboriyê mezin dike.