'Her kar zor e hemalî zortir e'

MERSÎN - Karker Sirri Turan ê li hala fêkî ya Mêrsînê fêkî û sebze bar dike, diyar kir ku her kar zor e, lê hemalî bêtir zor e. Turan, anî ziman ku dibe ji ber barê firan felç derbas bike, lê neçare vî karî bike.

Hemalên li Kompleksa Tontancilar a navçeya Akdenîza Mêrsînê kar dikin, di nava şert û mercên giran de kar dikin. Hemal bêtir barê sebze û fêkî datînin û bar dikin. Karker bi heqê erzan û bê sîgorta kar dikin. Karker, hin rojan kar dikin û hin rojan kar nakin. Hin rojan bi saetan kar dikin û heqê erzan distînin. Hin rojan jîqet kar nakin. Karkerên hemaliyê dikin, diyar kirin ku ji ber neçarin debara malê bikin karê pir zor û bê ewle dikin. Karkerên serê sibê diçin hala fekî û meywe, barê diran ên fêkî û sebze ji TIR'an dadixin û dîsa TIR û kamyonan bar dikin û dişînin. Karkerê 43 salî Sirri Turan diyar kir ku 26 salin li vir hemaliyê dike û debara xwe bi hemaliyê dike. Turan, anî ziman ku di salên 1990'an de li Semsûrê bendava Ataturk hat avakirin û şûnde gundê wan di bin avê de ma û koçî Mêrsînê kirin. Turan, anî ziman ku her roj saet di 03.00’ê serê sibê de diçin li halê rûdinên û li benda kar disekinin û wiha got: "Em her em li wir amade ne. Yên kar û barê wan hebe bang li me dikin û em diçin barê wan bar dikin û datînin. Dema barê kamyon û TIR'ank hebe bang li me dikin. Em tona bar bi 10 TL bar dikin û datînin. Gelek caran em kar nakin û diçin mal."

Turan, ani ziman ku her kar zor e, lê hemalî karê herî zor e û wiha got: "Dibe di demên pêş de em ji ber barê giran felç bibin. Lê em neçarin vî karî bikin. Me hin rojan kar dibînin û hin rojan kar nabînin. Em karê herî giran dikin. Em bê sîgorta dixebitin."

Hemalê 54 salî Mehmet Guzel jî anî ziman ku 17 salin li vir hemaliyê dike û 8 zarokan xwedi dike. Guzel, destnîşan kir ku ji ber kar tune û neçare debara malbatê bike mecbûre karê hemaliyê bike û heman tişt anî ziman.

Guzel jî wekî Turan di salên 1990’an de gundê wan li Semsûrê di bin avê de ma û koçî Mêrsînê kirin.

Guzel, anî ziman ku heqê barkirin û valakirina kamyonekê û komkirina qazeyên vala tenê 14 TL ye.