Li Bursayê 10 leşker jehrî bûn: Rewşa 3 ji wan giran e

BURSA - Piştî li Manîsayê bi sedan leşker jehrî bûn, vê carê heman bûyer li Burasayê qewimî û 10 leşker bi xwarinê jehrî bûn. Wekîlê CHP'ê Ceyhun Îrgîl aşkera kir ku rewşa 3 leşkeran giran e.

Di demên dawî de li hin qişlayên leşkerî bûyerên jehrîbûna leşkeran gelekî derdikevin pêş, piştî Manîsa û Kastamonuyê, vê carê heman bûyer li Bursayê rû da. Hat gotin li Qereqola Cendirmeyan a navçeya Buyukorhnê ya Bursayê, leşkeran êvarê xwarina qiymeya bi hêk xwariye û 10 ji wan pê aciz bûne. Leşkerên aciz bûn, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çekirgeyê. Medê leşkeran hat şûştin. Li gorî agahiyan xarinpêja ku xwarin aniye, ev 2 sal e xwarinê dide qereqolê. Piştî bûyerê gelek polîs û leşker sewqî qereqolê hatin kirin û lêkolîn berdewam dike.

'REWŞA LEŞKERAN BAŞ E'

Qaymeqamê navçeya Buyukorhanê Muhammed Kaya der barê rewşê de agahî da û li qereqolê lêkolîn pêk anî. Kaya da zanîn ku leşker tên tedawîkirin, rewşa wan baş e. Kaya aşkera kir ku leşkeran êvarê xwarinên wekî qiymeya bi hêk, şorbeya karûkan, savar û mast xwarine û wiha got: "Me ji xwarinan mînak girtin, lêkolîn tê kirin. Rewşa leşkeran baş e. Em bi berfirehî li ser bûyerê radiwestin."

WEKÎLÊ CHP'Î: REWŞA 3 LEŞKERAN GIRAN E

Wekîlê CHP'ê yê Bursayê Ceyhun Îrgîl bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê ev agahî parve kir: "Li Buyukorhana Bursayê, 10 leşker bi xwarinê jehrî bûn. Rewşa 3 leşkeran giran e. A niha leşker di rêya nexweşxaneyê de ne."