ENQERE - Hevseroka Gişti ya HDP'ê Serpil Kemalbay, peyama cejna Remezanê weşand û xwest cejn bibe wesîleya dawîlêhatina êşan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay, bi minasebeta Cejna Remezanê peyama cejnê weşan. Kemalbay, d peyama xwe de xwest cejn bibe sedema dawîlêhatina êşan û wiha got: "Ez Cejna Remezanê li hemû gelan pîroz dikim û hêvî dikim ku ji bo gelê li erdnîgariya me û hemû gelê cîhanê bibe wesîleya aştî û xwehbiratiyê. Hevî dikim ku hemû duayên ji bo aştiyê bên qebûlkirin. Mixabin gelê me Cejna Remezanê di nava xizanî, êş, u zextên îktîdarê de pêşwazî dike. Bi KHK'ê sedhezar kedkar hatin îxrackirin. Mahkûmî xebata şertên giran kirin. Xanî û warê gelê kurd xera kirin û wêran kirin. Hemû jiyana jinan di bin siya tundî û kuştina mêr de derbas dibe. Ji ber vê yekê mixabin cejn xemgîn û bê tam derbas dibe. Bi hevîya ev cejn bibe sedema ku êş bi dawî bibe û aştî aramî û xwehbiratî pêş bikeve. Bi baweriya ku em bi têkoşîna xwe rêya ku hemû gel li ser vê axê destê xwe bidin hev û du nava edalet û azadiyê de bijîn Cejna Remezanê pîroz dikim."