ÊLIH - Di çarçoveya êrîşa bombeyî ya li dijî qereqola bajaroka Bekirhanê ya Hezoyê de, 36 kes hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin girtin.
Di 9'ê Hezîranê de li dijî qereqola bajaroka Bekirhanê ya navçeya Hezoyê ya Êlihê êrîşek bombeyî pêk hatibû. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de, 36 kes hatibûn binçavkirin, 9 kes hatn girtin.
Di bûyerê de maşîneya Şaredarê Hezoyê jî hatibû gulebarankirin, mamosteya bi navê Şenay Aybuke ya di maşîneyê de jiyana xwe ji dest dabû û di êrîşa li dijî qereqolê de jî 2 leşker hatibûn kuştin. Piştî êrîşê 36 kes hatibûn binçavkirin, 9 kes hatin girtin, 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 24 kes jî piştî îfadeyê serbest hatibûn berdan.