DAIŞ'ê li Xurmatûyê 2 welatî kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên DAIŞê bi topan êrîşî bajaroka Qeretepe ya girêdayî bajarê Xurmatû kirin. Di êrîşê de 2 hemwelatî kuştin.

Li gorî aahiya çavkaniyên herêmî, şeva borî endamên DAIŞê bi topên hawanan êrîşî Qeretepe ya Xurmatûyê kirin. Li gor agahiyan berdevkê qaymeqamtiya Xurmatûyê Mihemed Fayîq piştî êrîşê, diyar kir ku topeke hawanê li mala welatî Loqman Hacî Ehmed Efendî ketiye û 2 keçên wî hatin kuştin.