ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven çû serdana gelê Şirnexê yên ku malên wan hatine rûxandin û bi wan re cejin pîroz kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi heyeta pêre çûn serdana gelê Şirnexê û cejin pîrozkirin. Guven li avahiya HDP'ê ya bajêr ji hêla endamên partiyê ve hat hat pêşwazîkirin, piştî pîrozkirina cejnê axaftinek kurt kir.
'EM Ê HEQÎQETÊ LI RÛYÊN WAN BIXIN'
Guven aşkera kir ku ji dîrokê heya niha, gelê kurd tu carî bêsitatuyî qebûl nekiriye, qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatine kirin û girtina wekîlên kurd hat bibîrxistin. Guven binçavkirin û girtinên demên dawî jî şermezar kir û wiha got: "Em ê weki Seyîd Riza û Sêx Seyîd her dem heqîqetê li rûyê wan bidin."
Piştî pîrozkirina cejnê ya li avahiya partiyê, Guven, Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û heyeta pêre çûn taxên Gundogdu û Vakifê û cejna welatiyan pîroz kirin. Piştî hevdîtina li vir, heyet derbasî taxên din ên bajêr bûn.