Li Dêrsim û Erzinganê êrîşê leşkeran kirin

DÊRSIM - Li Erzinganê dema maşîneya leşkerî derbas dibû, teqîn pêk hat. Li dêrsimê jî êrîşê qereqola cendirmeyan kirin.

Li herêma Yaylabaşi ya navenda Erzinganê dema maşîneya leşkerî derbas dibû, teqînek dijwar pêk hat. Der barê kuştî û birîndaran de agahî nehat girtin. Hat diyarkirin li dijî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Sutluceyê ya Dêrsimê jî êrîş pêk hatiye. Der barê rewşa li vê derê de jî hêj tu agahî nehatine belavkirin.