Li Parka Maçkayê cejin hat pîrozkirin

STENBOL - Welatiyên li Parka Maçkayê Nobeta Edaletê digirin, di roja 11'emîn de cejina Remezanê pîroz kirin.

Nobeta Edaletê ya li Parka Maçkayê berdewam dike û bi minasebeta Cejna Remezanê pîrozbahî pêk hatin. Sekna welatiyan a li parkê berdewam dike û gel di xwedîderketina li edaletê de bi israr e. Li gorî rojên borî tevgera polîsan li parkê kêm tê dîtin, di hin noqteyan de polîs bê lêgerînê welatiyan derbas dike.

Demên borî tenê pankartên "Edaletê" li parkê dihatin dîtin. Welatiyan li ser kartonan daxwazên xwe yên edaletê dinivîsîn û bi daran ve dikirin. Di demên dawî de dovîzên wekî "Ji Gultan kikşanak re edalet", "Ji Ozge Canê re edalet" û "Ji kekdaran re edalet" jî hatin daliqandin.

Li bendê ye ku rêxistin û partiyên li Stenbolê bên serdana kesên di nobedê de.