AMED - Welatiyê bi navê Osman Yalvuz ê li navçeya Licê berî hefteyekî bi guleya leşkeran birîndar bû, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin, serbest hat berdan.
Di 19'ê Hezîranê de li gundê Beşişte ya navçeya Licê ya Amedê oprasyona leşkerî hatibû destpêkirin, bavê 4 zarokan Osman Yalavuz dema diçû serê zeviya xwe bi guleya leşkeran bi giranî birîndar bûbû. Yalavuz ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedeyê ya Gazî Yaşargîlê dihat dermankirin, hat taburcîkirin. Piştî îfadeya Yalavuz hat girtin, bi rêya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgerê Licê. Dozger bi daxwaza girtinê sewqî Dozgerê Sulh Cezayê kir.
Dadgehê qedexeya derktina derve da Yalavuz û bi şertê kontrola edlî serbest berda.
Her wiha Mesut Yalavuz ê ji hêla leşkeran ve destê wî ji piştê ve hatibû kelepçekirin, ew bi rojan li herêmê gerandibûn. Welatiyê ji ber îşkenceya leşkeran revî bû, hatibû gulebarankirin û ji zikê xwe birîndar bûbû, gundiyên herêmê ew li herêmê bi birîndarî dîtibûn û rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê û tedawiya wî dewam dike. Hat gotin rewşa Mesut Yalavuz berbi başiyê ve diçe.