ÎZMÎR - Gaziyê komkujiya li GAR'a Enqereyê ya di 10'ê Cotmehê de pêk hat Mustafa Budak, piştî 20 mehan bi birîndarî di ber xwe da jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Budak bi girseyî hat defin kirin. Di merasimê de hevalen Budak ên Gazî jî amade bûn û bal kişandin ser têkoşîna wî ya aştiyê.
Gaziyê komkujiya Enqereyê Mustafa Budak ê di komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Budakê 61 salî piştî jiyana xwe ji dest da, ji ber nexweşiya wî rakiribûn Nexweşxaneya Sada ya Taybet a Menemenê û duh êvarê jiyana xwe ji dest da. Budak ji stûyê xwe berjêtir felc bû. Piştî Mustafa Budak, jiyana xwe ji dest da hêjmara kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 102’an. Budak piştî 12'ê Îlonê ji Agiriyê koçî Îzmirê kiribû. Bavê 3 zarokan bû. Karkeriya çandinî, înşaet û demekê jî di şaredariyê de kar kiribû. Di hemû temenê xwe de têkoşîna demokratîk pêş xist. Budak tevî Hevsera xwe Hanife Budak kolan bi kolan derî bi terî têkoşina aştî û demokrasiyê meşandin. Budak, di meşa Enqere ya Aştiyê de li Enqerê di êrîşa DAİŞ'ê de bi giranî birîndar bû û piştî 20 mehan di ber xwe da jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Budak piştî merasima olî ya li mizgefta Eyup El Ensar a Taxa Lîmontepe pêk hat, birin li Goristana Buca Kaynaklarê bi girseyî defin kirin. Gelek welatî û hevalên Budak ên di komkujiya 10'ê Cotmehê de birîndar bûn amde bûn. Gaziyê 10'ê Cotmehê yên Enqereyê Mehmet Akça, Mustafa Çeker ve Mustafa Ozdag, Piro Yıldırım û xizmên İsmail Kizilçay ê jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Piştî cenaze hat defin kirin dua hatin xwendin.
Li ser navê Komeleya 10'ê Cotmehê Mustafa Ozdogan, diyar kir ku Budak ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest da û ew dê doza wî ya aştiyê berdewam bikin. Piştî axatinê qurnefil avêtin ser gora Budak. Girse meşiyan mala Sersaxiyê ya taxa Esendere Şehitlerê
Birayê Budak Ahmet Budak, jî li mala sersaxiyê axivî û diyar kir ku ew dê doz û têkoşîna Mustafa Budak bidomînin û mezin bikin.