Xwestin rêvebirên ÎHD'ê bên berdan

ÎZMÎR - ÎHD'a Îzmîrê di civîna li darxist de diyar kir ku binçavkirin û girtinên piştî darbeyê destpêkirin gihiştiye parêzvanên mafê mirovan jî û xwestin ku endamên komeleya wan ên di bin çavan de ne û girtîne bên berdan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê derbarê binpêkirinên mafan ên 2 mehan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li darxistin. Di civînê de endamê Lijneya Rêvebir ê Navenda ÎHD'ê Mehmet Aker axivî. Aker, bi bîrxist ku piştî darbeya 15'ê Tîrmehê welat bi OHAL û KHK'ê tê birêvebirin û wiha got: "Ev pekanînên ku di bin navê cemaetê de hatine destpêkirin di demek kurt de berê xwe daye hemû aliyên muxalif."

Aker, da zanîn ku hemû hevserok û parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê hatine girtin û wiha got: "Niha jî gelek komeleyên ku di nava wan de OHD, ÇHD, MHD, Buroya Gel a Hiqûqê, komeleyên jinan, komeleyên piştevaniyê, komeleyên alîkariyê û komeleyên zarokan hatine girtin. Bi KHK'ê pereyê gelek xebatkarên sendîkayan bi hincetê cûda hatine birîn, hatine dûrxitin, sirgûn, îxraç, binçavkirin û girtin. Endamên ÎHD'ê Kadîr Baydur, Mehmet Kurîş, Alî Duzgun Koçak, Tekîn Çelîk hatine îxraçkirin û Maîle Arîç, Yunus Kurt jî ji peywirê hatine durxistin."

PARÊZVANÊN MAFÊ MIROVAN DI BIN ÇAVAN DE NE

Aker, bi lêv kir ku Serokê ÎHD'a Şirnexê Emrehan Uysal bi hinceta daxuyaniya şermezarkirin girtina ÎHD'ê hatiye girtin û wiha axivî: "Her wiha rêvebirên ÎHD'a Mêrdînê parêzer Seher Acay, parêzer Fevzî Adsiz û parêzerê Komeleyên Lijneya Giştî Ziya Bagî ev 16 rojin di bin çavan de ne. Em dixwazin di hefteya mafê mirovan de endamên me bên berdan. Em dixwazin îktîdara siyasî destê ji ji rêvebir û endamên Kolemeya Mafê Mirovan bikişîne. Em dixwazin hevalên me yên bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û girtin serbest bên berdan."