Baskin Oran: Ez spasiya Wezîr Soylu dikim

ENQERE – Prof. Dr. Baskin Oran ji ber nivîsên xwe yên li ser herêmê nivîsandiye bû hedefa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu. Baskin Oran, diyar kir ku ji ber ji ber Soylu buye sedem ku ew van tiştan binivîse û ev nivîs belav bûne spasiya xwe ji Wezîr Soylu re dike.

Prof. Dr. Baskin Oran li ser geşedanên li bajarên Kurdistanê pêk tê nivîs nivîsandin. Baskin Oran, li ser nûçe û geşedanên li herêmê Qunçiknivîsa bi navê "L ser kurdan hin cerebeyên trajîkomîk" nivîsand. Ji ber van nivîsan, Wezîrê Karên Hundir Soylu tekildarî nivîsan Soylu, Oran kir hedefa xwe û gilî kir. Soylu heqaretên li dijî Oran bikar anî, berê li hemberî akademîsyenên din jî bikar anîbûn û hemû bi KHK'ê hatibûn îxrackirin. Oran, têkildarî gefên Soylu û nivîsa xwe ji dihaberê re axivî.

Tiştên li dijî hiqûqê yên li ser kurtan tên meşandin, dibe sedem ku mirov li Tirkiye bibe wekî qeşayê û bicemide. Wan ji perçekirina Tirkiye û vî sûcî xwe neda paş. Niha ji ber me sûcê wan nivîsandiye me wekî kesên perçekar tawanbar dikin. Di encamê de sûcê xwe dikin sûcê me. Bi vê yekê jî nayên ser gefan li me dixwin û gilî dikin. Tişta balkêş, Wezîrê Karên nuhdir heqaretê li min kirine bi nivîsên min ên wekî delîl nîşan dane, li ser malperên înternetê belav dike. Ez spasiyên xwe ji wezîr re dikim. Nivîsên min belav dike. Lê piştî cejnê ji ber heqaret li min kirine ez dê dozê lê vekim. Ji min re got “uşak” û “alçak”. Ez dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û daraza me ya "Serbixwe" bidim.

Hemû çapameniya alîgir bi devekî weşanê dike. Hemu destûrê ji cihekî dixwazin û weşanê dikin. Wekî ferman dabe wan hemû nivîsê wekî wê dişewînin Ez li şûna wan bim ez dê şerm bikim.

HEDEFGIRTINA REWŞENBÎRAN

Oran der barê hedefgirtina rewşenbîran de jî agahî da û aşkera kir ku gelek hevalên wî yên wekî wî balê dikişîne ser rêbazê û bandorê li ser mirovan dike û wiha got: "Dema nûçeyek bi tena serê xwe derdikeve zêde bandor nake, yanî temenê wê qasî temenê minminîkekê ye, 24 saet e. Lê dema heman nûçe bi hev re tên destgirtin cidiyeta wê derdikeve holê. Bi taybetî jî tiştên ji hêla JOH û POH'an ve di kuçeyên Şirnexê û di jêrzemînan de pêk anîn."

Oran got ku "Di vir de bi zelalî tê ditin ku medyaya alîgir ji yek cihekî ve tê bi rêvebirin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemûyan wekî hev ev nivîsîbûn; 'Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu der barê Baskin Oran ê ku bal kişandibû ser tîmên JOH û POH'ê de serlêdana sûc kir.' Bi vî şeklî ne, hemû wekî sabûna yek qalibî ne."

DOZGER DI EMRÊ AKP'Ê DE NE

Oran bal kişand ser lêpirsîna ku der barê wî de hatiye vekirin û wiha axivî: "Doz vebûbe jî haya min jê tune. Wezîrê Karê Hundur got ku wî serlêdana sûc kiriye, min ew xwend. Lê doz hatibe vekirin jî haya min jê tune. Ji ber ku doz ji hêla dozgeran ve tê vekirin, ew jî di şopa AKP'ê de ne. wekî mînak; Desthilatdariya AKP'ê di 18.06.2014'an de, bi xala 96'emîn a qanûna bi hejmara 6545'an dozger girt bin kontrola xwe. Xala 277'an a TCK'ê ya di metna îbareyê ya 'lêpirsîna ku tê destpêkirin' de, her gişt xist bin kontrola desthilatdariyê, yanî bi wan ve hat girêdan. Di vê mijarê de fermana ku AKP'ê dide dozgeran, bû 'qanûn'."

CHP GUNEHÊN XWE PAQIJ DIKE

Oran nêrînên xwe yên der barê Meşa Edaletê de jî anî ziman û tevlêbûna HDP'ê jî bi van gotinan şîrove kir: "Li gorî min HDP piçekî dereng ma. Bêguman ev meş ne ji bo E. Berberoglu ye. CHP dixwaze gunehên xwe yên rakirina destnedanê paqij bike. Ev jî nêzikatiyeke cidî ye." Oran piştrast kir ku meş heta Edîrneyê bidome dê gelekî girîng be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Teqes şert e. Berovajiyê wê dê CHP bi ogoîstiyê û bê samîmyetiyê bê tewambarkirin. Dibe ku hin wekîlên CHP'ê jî bên girtin. Heta Kiliçdaroglu jî. Ji xwe fezlekeyên herî zêde der barê wî de ne."

Kenan Kirkaya - dîhaber