AMED - Şaredariya Farqînê ya ku bi rêya qeyûm hatiye destaserkirin, ev 4 roj in sergoyên taxan nayên komkirin û her der bêhn dide.
4 roj e li taxa Meclisê ya navçeya Farqînê ya Amedê sergo nayên komkirin. Dema hewaya germ jî li vê rewşê bê zêdekirin, her der bêhn dide. Gelê taxê aşkera kirin ku ew nizanin sergo çima nayê komkirin û bertekên xwe da nîşan.
Jina bi navê Mevlîde Dede aşkera kir ku berê bi rêk û pêk sergo dihatin komkirin, lê ev 4 roj e sego li taxê ne. Dede da zanîn ku ew ji bêhnê nikarin ji hundur derkevin.