Cejn li Sûrê bi xemgînî hat pirozkirin

AMED - Welatiyên Sûrê ku xaniyên wan tên xerakirin û ji malên wan tên derxistin, bi xemgînî Cejna Remezanê pîroz kir. Welatiyan di nava fikaran de cejn pîroz kir. Li kolanên ku wekî berê coş û kelecan tune bû, komên zarokan ên li kolanan dilîst jî wekî salên berê ne zindî û çalak bûn. Fikara welatiyan a xaniyê wan bê xerakirin û ji Sûrê bên derxistin didome.

Li Sûrê her sal cejin bi coş derbas dibû. Lê piştî îlankirina qedexeya derve û xerakirina kolanan welatiyên Sûrê cejnên sala dawî bi xemgînî û fikar derbas dikin. Bi taybetî piştî 6 tax hatin qedexekirin û der barê taxên Alîpaşa û li Lalebey de biryara xerakirinê hat dayîn fikarên welatiyan zêde bû. Welatiyên ku di meha remezanê de av û ceyran ji ser wan hat xerakirin û xaniyên wan yek bi yek tê xerakirin bi xemgînî û fikar Cejna Remezanê pêşwazî kirin.

Dayika 28 salin li taxa Alipaşa dijî Saime Oncu, diyar kir salên borî li Sûrê Cejn pir zindî û bi coş bû û wiha got: "Cejnên berê pir xweş û geş bûn. Em berê di saetên serê sibê de radibûn û me amadekariya xwe dikir. Em torbeyên xwe dixist destê xwe û em li nava taxê digeriyan. Me bi kêf û xweşi şekir kom dikir. Lê piştî dorpêç û qerakirina Sûrê êdî tam û aramiya berê tune. Bi taybetî birara xerakirina malên me hat dayîn tam û xweşiya cejnê nema. Îro cejne. Lê em xemgîn in û min pariyek xwarin jî çênekir. Ez ne di ferqê deme ku cejne jî."

'EZ PIR BÊRIYA HEVALÊN XWE DIKIM'

Zaroka 11 salî Ferda Hanas jî anî ziman ku îsal ji bo wê cejn tu tiştî îfade nake û wiha got: "Berê min û hevalên xwe li kolanan dilîst û em li malan li şekir digeriyan. Îsal dîsa zû rabûm û daketim kolanan. Lê min hevalên xwe yên taxê kes li kolanê nedîtin. Ji ber hevalên min tune bû ez dîsa vegeriyam malê. Ez pir bêriya hevalên xwe û lîstika bi wan re dikim. Ez pir xemgîn im û xwe bi tenê hîs dikim."

Şeniyê Sûrê Ercan Kortepe jî anî ziman ku dewlet bi darê zorê wan ji nava Sûrê derdixe û wiha got: "Sûr qatil kirin. Kolan pir bi coş û geş bûn. Ji serê kolanê heta dawiya kolanê wîze wîza zarokan bû. Coşa zarokan kolan geş dikir.
Ew zarokên berê û coşa berê nema. Niha li kolanê 20 zaro tune. Sûrê xera dikin û vala dikin. Di rojê cejna de deriyê her kesî vekirî bû. zarok diketin hundir û şekirê xwe dibirin. Zarok pir kêfxweş dibûn. Niha xera dikin û dixwazin her tiştî tune bikin."

Aziz Kaya yê hatiye mêvana xizmê xwe jî anî ziman ku êdî Sûr ne mîna berê ye û wiha got: "Her der xera kirin û xera dikin. Ev me pir xemgîn û birîn dike. Dixwazin cîrantî, zaroktî û çanda vir tune bikin. Dixwazin coş, kelecan û awaza zarokan tune bikin.

Şêniya taxa Alîpaşa Sultan Baş jî anî ziman ku 25 salin li Sûrê dijî û dewlet ji wan dixwaze ku warê jiyana xwe terk bike û wan di apartmanan de asê bike. Baş, anî ziman ku ji Gundê Şatê yê Farqînê Koçî Sûrê kirin û 6 zarokên xwe li Sûrê mezin kirin û wiha got. "Em hatin vir wekî em li gund bin. Navbera me û cîranan pir baş bû. Em di nava piştevaniyê de bûn. Heta 2 sal berê taxa Alipaşa pir qelebalix bû. Li her derê mirov hebûn. Her kesî halê hev dipirsîn. Tev wekî malbatekê bûn. Heta êvari rojê 100 kes diçûn û dihatin. Lê cejna îsal bêdeng û xemgîn e.


Şêniya Sûrê Zeynep Oncul ani ziman ku ew naxwazin Sûrê terk bikin û ji ber vê fikarê cejn xemgîn pêşwazî kirin.

Şêniya Sûrê Hayriye Oruç jî bang li her kesî kir û xwest her kes li Sûrê xwedi derkevin û li dijî xerakirin, talankirin û wêrankirinê hestiyar tev bigerin.


Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na, dê li Taxên Alipaşa û Lalebey saet di 17.00’an de bi gelê taxê re bên cem hev û cejna wan pîroz bikin.