AGIRÎ - Qeyûmên tayînî şaredariyên kurdan hatin kirin li park û baxçeyan yek biyek peykerên sembola nirxên kurdan radikin û dişkînin. Niha jî qeyûma Bazîdê Bîrdariya Xanî yê li Parka Ehmedê Xanî rakir.
Qeyûmên tayînî şaredariyên kurdan hatin kirin li aliyekî saziyên ku şaredariyê berê vekiribûn digirin, li aliyekî navê ku sembol û nirxên kurdan e radikin li aliyekî jî peykerên ku sembola têkoşîna kurdan in radikin. Herî dawî Qeyûmê Bazîde Ulaş Akhan, peykrê Xanî yê li parka Ehmedê Xanî ye rakirin. Qeyûma Qoserê herî dawî li Qaserê di 10'ê Hezîranê de Peykerê Ugur Kaymazê 12 salî yê ligel bavê xwe bi 13 guleyan hatibû kuştin rakiribûn.
Qeyûman heta niha Peykerê Lamassus yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Peykerê Orhan Dogan ê li Cizîrê, Peykerê Roboskê yê Şaredariya Peyasê, Fîgurên Merwanî yên Şaredariya Yenîşehirê û Peykerê Ahmed Arif rakiribûn.