Polîsan nivîsa li ser dîwarê sûrê jêbirin

AMED - Welatiyên Sûrê li dijî hilweşîna taxên Alîpaşa û Lalebey li ser dîwaran “Sûr yê gel e”, “Sûr yê me ye” û “Ji hilweşîna Sûrê re Na” nivîsîbûn. Polîsên hatin navçeyê nivîsên li ser dîwaran jêbir û ji gel re gotin “ em karên Şaredariyê dikin.”

Li navçeya Sûra Amedê di bin navê ‘Veguhertina Bajarvaniyê" de ji 23’ê gulanê û vir ve li taxên Lalebey û Alîpaşa xanî û mal tên xerakirin. Welatiyên Sûrê yên ku li hember polîtîkayên xirakirinê li ber xwe didin, ligel her astengiyê dev ji xaniyên xwe bernadin. Li gorî daxuyaniya Waliyê divê welatî heya piştî cejnê xaniyên xwe terkbikine. Li dijî biryarên xirakirinê yê ji bo Surê hate girtin, welatiyên Sûrê bi nivîsên “Sûr yê gel e”, “Sûr yê me ye” û “Ji hilweşîna Sûrê re Na” nivisandibûn û nerazîbûnên xwe bi vê awayî anîbûn ziman. Polîsên ku xwe li hemberî vê yekê negirtin, nivîsên li ser dîwarên kolanê Sûrê jêbirin û ji welatiyan re gotin: “Em karê şaredariyê dikin. Ji vir û pêde wê wiha be.”