MÊRDÎN- Têkîldarî sûîqasta li dijî qeyûmê Şaredariya Dêrikê kesên ku di bin çavan de bûn 29 kes derxistin dozgeriyê.
Qeyûmê Şaredariya Dêrikê Muhammet Fatîh Safîturk di 10'ê mijdarê de ji ber bombeya ku danîbûn odeya wî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî sûîqastê 71 kes hatin binçavkirin. Kesên ku ji wê rojê heta niha di bin çavan de bûn, Midûrê Karên Nivêsan ê Qaymeqamiyê jî di nav de 29 kes sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin.
Îfadeyên 42 kesên li qereqola cendirmeyan tên girtin didome.