Girtina Sebahat Tuncel îtîraz kirin

AMED - Parêzerên Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, girtina Tuncel bi daxwaznameyekê îtîraz kirin.

Parêzerê Hevseroka Giştîya DBP'ê Sebahat Tuncel daxwazname dan 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê û girtina Tuncel îtîraz kirin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel dema girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û wekilên HDP'ê şermezar dikir di 6'ê mijdarê de hatibû binçavkirin û li 2'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê hatibû girtin. Parêzerên Tuncel, ji bo biryara dadgehê îtîraz bikin biryara veşartî ya der barê dozyayê de bê rakirin daxwaznameya îtîrazê dan 3'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê.

DIXWAZIN KCD'Ê ÎLEGAL NÎŞAN BIDIN

Endamê Komîsyona Hiqûqê yê Navenda Giştî ya DBP'ê û parêzerê Tuncel Şivan Cemil Ozen diyar kir ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji platforma saziyên civakî hatiye avakirin û Tuncel ku dema parlamenter bû bi hinceta di nava salên 2010-2011'an de beşdarî civînên KCD'ê bûye tê tawanbarkirin. Ozen, anî ziman ku Tuncel ji ber xebamtên xwe yên siyasî hatiye girtin û dixwazin xebatên KCD'ê îlegal bidin nişandan. Ozen, bibîrxist ku der barê dosyaya muwekîla wî de biryara veşarî hatiye dayîn û wiha got: "Dozger û dadgerên berê der barê Tuncel de doz vekirin hemû ji endamtiya lêpirsîna "FETO/PDY" de hatin darizandin û girtin. Girtina muwekîla min Tuncel li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) ye.