ÎZMÎR – Malên Gel, ji bo malbatên karkerên demsalî li dijî perwerdehiya 12 salan dibistana havînê vekir. Malên Gel îsal ji bo zarokên karker seferber bûn. Dibistan, dê li Herêma Ege 5 hefteyan zarokên 7- 10 salî perwerde bike.
Malên Gel, her sal di dijî perwerdehiya pergalê ya 12 salan di demsalên havînê de dibistanên havînê vedike û zarokan perwerde dike. Malên Gel îsal ji bo zarokên malbatên karkerên demsalî dest bi xebatê kirin. Malên Gel îsal ji bo zarokên karkerên demsalî dê ji 3'ê Tîrmehê heta 5'ê Tebaxê 5 hefteyan zarokên 7-10 salî perwerde bike. Malên Gel dê li navçeyên Narlidere, Buca, Konak, Gultepe, Çîglî, Karşiyaka û Menderesê bi giştî li 7 herêman dibistanê veke û zarokan perwerde bike. Li dibistanê dê perwerdehiyên fîzîkî û fikrî bê dayîn. Rêveberê Malên Gel Ugur Goçmuş, anî ziman ku ew van dibistanan li dijî dibistanên pergalê wekî alternatif ava dikin û wiha got: "Kadroyên perwerdehiye ji mamosteyên dildar ên ji bo zarokan dixazin xizmetê bikin pêk tê. Mamosteyên xebatên perwerdehiye didin û dersên cuda didin zarokan in. Mamosteyên komên şano yên Şubadap, Duvara Karşi bi dildarî dersê didin. Goçmuş, da zanîn ku di serî de xwendekarên zanîngehê yên di qada xwe de pispor di qadên xwe de tora dildaran ava dikin û wiha got: "Em armanc dikin ku vê tora dildaran fireh bikin. Ji ber ku di qada perwerdehiyê de pêdivî bi perwerdehiyê heye. Em dixwazin di qada perwerdehiyê de tora ji kesên ku ji pergalê ne ava be bihûnin û alternatifê pêş bixin. "
Goçmuş, anî ziman ku îsal dê perwerdê bidin zarokên 7-10 salî yên karkerên demsalî û wiha berdewam kir: "Em bi taybetî li qadên ku di hişê civakê de cihekî giring dikigre vê xebata perwerdehiye dimeşînin. Me berê jî dibistanên havînê li cend qadên ku di hişê civake de cihekî girîng digire pêk anî. Piştî Erdheja Wanê me li Wanê Mala Zarokan a Wanê ava kir. Piştî bûyera Soma me bi heman şiklî dibistan avakir. Îsal jî em dixwazin ji bo zarokên malbatên karkerên demsalî perwerde bidin zarokan. Karkerên kurd di bin şert û mercên giran de dixebitin. Ji ber karkerên demsalî hene me Meha Tebaxê hilbijart.
Goçmuş, anî ziman ku Dibistanên Havînê li dijî perwerdehiya pergalê wekî perwerdehiya alternatif e û ev yek Li dijî perwerdehiya 12 salan alternatif e. Em perwerdehiya bê pere, demokratîk u zanistî diparêzin. Divê dewlet vê yekê wekî mafekî bide xwendekaran. Lê em li Tirkiye bi perwerdehiya bi pere û j zanistê dûr re rû bi rû ne. Divê em ji bo mafê perwerdehiyê alternatifan pêş bixin û dewlemend bikin."